BI DÎMEN

Li kantona Firatê şevbuhêrka ji bo 4'ê Nîsanê

Bi wesîleya 4'ê Nîsanê Şevbuhêrkeke hunerî li gundê Elpelûrê hate lidarxistin.

Li gundê Elpelûrê cihê destpêkê derbasbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Kobanê şevbuhêrkek bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Şevbuhêrk ji aliyê Hîlala Zêrîn û Weqfa Jin hate lidarxistin.

Li gel nîşandana karên destan ên jinan, ji Hîlala Zêrîn Koma Şehîd Barîn, helbestvan Zîlan, sazben Ehlam, dayika şehîdan a navçeya Sirînê dengbêj Netewa Ereb stran gotin, hunera xwe nîşan dan.