Kurdekî li Kizildereyê: Sebahattîn Kûrt

Tenê di helbesteke Gulten Akin de qala Sebahattîn Kûrt tê kirin: Li derya Wanê / li Westanê / navê xwe Sebo / Dilxwazê gelê xwe ye / Dibihîzim ku çûye Tokadê."

Destpêka salên 1970'î... Li her devera Dewleta Komara Tirkiyeyê darbeya 12'ê Adarê bûye, dest bi nêçira şoreşgeran kirine. Dewleta ku xwe amade dikir Denîz Gezmîşan bidarve bike, li her derê li Mahîr Çayanan digeriya.

Di nava atmosfereke bi vî rengî ya krîza civakî û siyasî ya Tirkiyeyê de Sebahattîn Kûrt ê ji Westanê diçe Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê ji bo xwendinê. Asta têkoşîna şoreşgerî bandorê li wî jî dike. Lê belê ya ku herî zêde bandorê li Sebahattîn Kûrt dike, mamosteya wî ya Lîseyê Gulten Akin e. Helbestvan Gulten Akin ku hingî li navçeya Westan a Wanê mamostetî dikir, gelekî hez ji Sebahattîn Kûrt dikir. Dema ku li Gola Wanê temaşe dikir, dûr û dirêj sohbet dikirin.

Lê belê hîn di pola duyemîn de malbata wî demeke dirêj nikare ji Sebahattîn agahiyê werbigire. Salîh û Saîm Kûrt ên dikevin nava fikaran, hewl didin xwe bigihînin her derê, lê belê bêencam dimînin.

Piştre rojekê di radyoya TRT'ê de nûçeyeke bi vî rengî derbas dibe: "Li gundê Kizildere yê navçeya Nîksar a Tokatê, li malekê Mahîr Çayan, Cîhan Alptekîn, Hudaî Arikan, Omer Ayna, Nîhat Yilmaz, Ertan Sarûhan, Ahmet Atasoy, Sînan Kazim Ozudogrû, Saffet Alp û Sebahattîn Kûrt hatin kuştin."

Di nûçeyê de yê ku navê wî herî dawî hate xwendin xwendekar Sebahattîn Kûrt ê ji Westanê bû.

Destpêkê malbat naxwaze jê bawer bike, dibêje "Nabe ku ev Sebahattîn be. Çi karê Sebahattîn li wir heye." Ya jî naxwaze vê rastiyê qebûl bike, lê belê piştî çend rojan agahiyê didin malbatê û jê re dibêjin, 'Divê cenazeyê kurê xwe ji morgê werbigire, naxwe wê veşêrin'. Malbat ji ber nebûna derfetan destpêkê nikare biçe, telgrafeke duyemîn jê re tê: 'Sebahattîn Kûrt li gora bi hejmara 52'an a li Goristana Tokat Nîksar Şavşatê hate veşartin'.

Lê belê malbat hatibû xapandin, dema ku çû wê goristanê dîtin ku goreke bi wî rengî nîne. Nekarî muxatabekî bibîne. Malbat lê digere lê nikare hîn bibe bê Sebahattîn li ku hatiye veşartin. Dayik Saîme destpêkê kor dibe, nikare xwe li êşa Sebahattîn rabigire û piştî demeke kurt dimire. Piştî demeke kurt jî bavê Sebahattîn jiyana xwe ji dest dide.

Mirina Sebahattîn bi vî rengî li qeydên fermî tê bicihkirin: "Hate tespîtkirin ku kesê bi fîşeka li sînga wî ketî jiyana xwe ji dest da, Sebahattîn Kûrt ê 20 salî yê ji nvaçeya Westan a Wanê ye."

Tenê di helbesteke Gulten Akin de qala Sebahattîn Kûrt tê kirin: Li derya Wanê / li Westanê / navê xwe Sebo / Dilxwazê gelê xwe ye / Dibihîzim ku çûye Tokadê."

KESAYETEKÎ BERXWEDÊR BÛ

Cevdet Altindag ê ji Westanê qala Sebahattîn Kûrt kir: Ji wî re digotin kurê Salih ê kedkarê tenduristiyê. Ji me mezintir bû. Malbata wî ji nêz ve nas dikim. Westan hemû Sebahattîn weke kesayetekî berxwedêr nas dikir, qet serî neditewand. Ji zarokatiyê ve bi vî rengî bû. Dema dixwest bikeve Gola Wanê, yên li hemberî wî radibûn pê re şer dikir, lêdan jî dixwar lê diket Gola Wanê. Piştî komkujiyê malbata wî ji Westanê çû. Zanim ku cenazeyê wî nehate anîn. Neanîn Westanê."

'ALÎKARÎ BI TEVAHIYA TAXÊ RE DIKIR'

Necmiye Denîz ku li taxa Hîşetê cîranê Kûrt bû, têkildarî Kûrt got, "Timî pirtûk dixwend. Bi qasî ku tê bîra min yekî kinik bû. Wêrek bû, hewl dida alîkariyê bide her kesên li taxê. Her kesî gelekî jê hez dikir, piştre ji bo xwendinê çû Enqereyê, lê careke din me ew nedît."