BI DÎMEN

HPG’ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî

HPG’ê 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Şevîn, Sarya û Alî ev berxwedan mezin kirin û bi xwesteka xwe ya têkoşînê û tevlîbûnên xwe yên bêhesab, navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin.”

ŞEHÎDÊN AVAŞÎNÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehîdan de ev tişt got:

“Dewleta Tirk a qirker û mêtinger li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê her cure teknîkê bi kar tîne, lê li hemberî îradeya xurt a milîtanên Apoyî nikare bigihije armanca xwe. Dewleta Tirk a mêtinger, li hemberî berxwedana ku tê raberkirin, derbeyên giran dixwe. Taktîkên demê ku gerîla bi afirênerî û cesareteke bilind pêk tînin, bûye şevtirska dagirkeran. Berxwedana milîtanên fedayî yên Apoyî ku di dîrokê de mîna wê nehatiye dîtin, bê guman bi saya têkoşîna şehîdên me ye. Hevrêyên me Şevîn, Sarya û Alî xwestin paradîgmaya Apoyî di her warê jiyanê de bixin pratîkê û berxwedan mezin kirin. Hevrêyên me bi xwesteka xwe ya têkoşînê û tevlîbûnên xwe yên bêhesab, bûn milîtanên Apoyî ku navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsandin.

Hevrêyên me li herêma Avaşînê di gelek xebatan de cih girtin û bi taybetî ji bo amadekariya tunelên şer û perwerdekirina hevrêyên xwe, di nava hewldaneke zêde de bûn. Bi seknên xwe yên bi israr a li ser xeta PKK û PAJK’ê, li dijî êrîşên dijmin tawîz nedan û bi moral û baweriyeke mezin wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anîn. Ev milîtanên Apoyî yên ku kilîdî serketinê bûne, her tim xwe deyndarê gelê me û şehîdên me dîtine û xwedî li wezîfeyên xwe yên demê derketine.

Di serî de malbatên wan ên hêja ku milîtanên mîna Şevîn, Alî û Sarya bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dan qezenckirin, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku şehîdên me ji me re hiştî, bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Şevîn Amed

Nav û Paşnav: Ozlem Berfe

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Zeynep – Reşît

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2017’an / Avaşîn

 

Nasnav: Alî Çîçek Cûdî

Nav û Paşnav: Haci Sezer

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Gurbet – Şehmus

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2017’an / Avaşîn

 

Nasnav: Sarya Ronahî Zagros

Nav û Paşnav: Leyla Avci

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Zehra – Salih

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2017’an / Avaşîn

ŞEVÎN AZAD

Hevrêya me Şevîn li Gever a ku bi heybeta xwe ya weke çiyayên Kurdistanê û têkoşeriya xwe tê zanîn di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Dema ku hevrêya me nû ji dayîk dibe, bavê wê hevrêyê me Reşîd di sala 1999’an de li qada Mêrgezer a Zogrosan di encama şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de tevlî karwanê şehîdan bûbû. Ji ber welatparçzbûna malbatê. Şehîdbûna bavê xwe û mezinbûna bêyî bavê xwe bûn sedem ku hevrêya lêpirsinên xwe yên têkildarî jiyanê zêde bikin. Hevrêya me Şevîn rastî û êrîşên qirkirinê yên ku gelê Kurd rû bi rû ne dema ji dayik dibe, dibîne û hîs dike. Ji ber vê yekê girêdayî cewher û nirxên xwe kesayeteke guncav li gel peyda bû. Dema ku êdî xwe û derdora xwe nas dike, dixwaze tola bavê xwe bistîne. Hêrsa hevrêya me ya li hemberî dijmin bi demê re her ku diçe zêde dibe û tim roja ku tevlî nava refên gerîla bibe, xeyal kir. Bi awayekî hêsan neaxaftina zimanê dayikê bû sedem ku li gel hevrêya me nakokiyan bijî. Ji ber nakokiyên xwe û berxwedana li Geverê hevrêya me tim di nava lêgerînan de bû. Hevrêya me ya ku weke hemû jinên ciwan yên li Kurdistanê dijîn, bi xwe rastiya dewleta Tirk ya ku li dijî hebûna gelê me êrîşan pêk tîne û Tevgera me hedef digire, nas dike û li hemberî dijmin di nava xwe de hêrseke mezin, mezin dike. Hevrêya me ya ku hişmendiya cihê jinên Kurd ê di nava civakê de û rola pêşengtiyê ya di nava tevgera me ya azadiyê de bi dest dixe û ji xwe re weke armanc diyar kir ku bibe jineke azad. Şehadeta kurmamê ya li Geverê ya di sala 2013’yan de û di sala 2014’an de di encama êrîşeke dijmin de şehîdkirina hevalê wê Rojhat Ozdel gelekî bandor li hevrêya me kirin. Piştî van bûyeran hevrêya bi awayekî teqez biryara xwe dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêya me Şevîn ji bo bersivê bide êrîşên DAÎŞ’ê yên li dijî Kobanê û Şengalê û dabînkirina azadiya gelê me berê xwe dide çiyayên azad.

Hevrêya me Şevîn ya ku di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla dibe, di demeke kurt de hînî jiyana çiyayan a dijwar dibe û tevlî xebatên Partiyê dibe. Hevrêya me di dersên dîroka Partiyê û dîroka Kurdistanê de zilmên li hemberî gelê me baştir dibîne û di warê îdeolojîk de xwe gelekî pêş dixe. Hevrêya me qalibên pavemayî yên ku ji aliyê civakê ve li jinan tên barkirin bi perwerdeyan baştir nas dike û nirxandinên Rêbertiya me yên têkildarî nasnameya jina azad dixwîne û dike armanc ku bibe gerîlayeke serkeftî ya YJA Starê. Hevrêya me ya ku di nirxandike perwerdeya leşkerî ya şervanên nû de dibêje; ‘’ Min fêm kir ku perwerdeya leşkerî hêz û cesaretê dide mirovan. Edî bi rastî jî divê ez bi hêz û têkoşer bim. Di şerî de milîtaneke divê bisebr, bihêz û bibiryar be. Me di perwerdeyên leşkerî de bi fikirina Rêbertiya xwe û şehîdên xwe pê li tetîka çeka xwe kir.’’ Bi vî awayî hevrêya me perwerdeya xwe weke milîtaneke serkeftî ya YJA Starê temam dike. Hevrêya me Şevîn ji bo ku ji şehîdên me yên ku bi fedakirina canê xwe nirxên Partiya me zindî hiştin re layiq bibe, tim xwest derbên giran li dijmin bixe. Hevrêya me ya ku daxilî xebatên pratîkê dibe, tevî ku gerîlayeke nû ye jî di demeke kurt de ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêya me pêşniyar dike ku derbasî li qadên ku lê êrtîşên dijmin dijwar in û girêdayî vê yekê hêrsa xwe mezintir dike. Hevrêya me hewl da ku hemû kêliyên jiyana xwe li gorî parastin û nirxandinên Rêber Apo bijî. Hevrêya me hemû kêliyên jiyana gerîla weke kêliyên azadiyê nirxand û bi kelecan û moraleke mezin tevlî jiyanê dibe.

Hevrêya me Şevîn di 27’ê Tîrmeha 2017’an de li Avaşîn di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe û bi kesayeta xwe ya xwezayî û sade û milîtaniya Apoyî ji me re mirateyeke têkoşînê ya nejibîr hişt. Em soza xwe dibare dikin ku em ê têkoşîna hevrêya xwe Şevîn ya ku çeka bavê xwe dewr girtî û ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî hatî hezkirin bi serkeftinê tacîdar bikin.

ALÎ ÇÎÇEK CÛDÎ

Hevrêyê me Alî li navçeya Silopya ya Şirnex a bajarê welatparêz ê Botanê ji dayik dibe. Mezinbûna di nava malbateke welatparêz de dibe sedem ku hevrêyê me Tevgera me hê di temenê zarokatiya xwe de nas bike. Hevrêyê me yê ku bi çanda dêrîn a Botanê mezin dibe, weke keseke girêdayî nirxên xwe û xwedî hişmendiya Kurdbûnê mezin dibe. Ji ber ku li derdora hevrêyê me ya nêz û ji eşîra binirx ji Spêrtiyan ku ew bi xwe jî mensûbê wê ye, gelekî tevlîbûn çêbibûn û hebûna şehîdên wan dibin sedem ku hevrêyê me Alî gelekî ji gerîlayan hez bike. Hevrêyê me dibe şahidê zext û zilma ku dewleta Tirk a dagirker li Botanê li dijî gelê me pêk tîne û bertekên xwe yên li hemberî pergalê di nava xwe de kom dike û xeyala ku tevlî nava refên gerîla bibe, dike. Hevrêyê me gelekî şehadetên ku di serdemaku êrîşên dijmin zêde dibin û çeteyên DAÎŞ’ê dixwazin li Rojava û Şengalê li dijî gelê me qirkirinê pêk bîne de, bi bandor dibe. Hevrêyê me Alî yê ku dixwaze di têkoşîna li Kobanê û Şengalê de cihê xwe bigire, ji bo ku vê xeyala xwe pêk bîne, gelekî li ber xwe dide. Hesasiyeta gelê me û tevlîbûnên ku girêdayî seferberiya ji aliyê Rêbertiya me û Tevgera me ve hatî destpêkirin ji bo hevrêyê me dibe çavkaniya îlhamê. Hevrêyê me yê ku dizanîbû baştirîn rêya bidestxistina azadiyê û derblêxistina dijmin bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e, di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla dibe.

Piştî ku demekê li Botanê ma, hevrêyê me berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vir perwerdeya xwe ya şervaniyê ya nû wergirt. Bi perwerdeya dîtî re di demeke kurt de hînê jiyana çiyê bû û Partiyê bû. Hevrêyê me di perwerdê de li ser nirxandinên Rêbertiya me yên li ser perwerdeyê lêhûr bû û ji bo xwe di aliyê îdeolojîk de kûr bike, kedek mezin raber kir. Hevrêyê me yê ku bi hêz û morala ji pêvajoya perwerdeyê wergirtî tevlî xebatên pratîkî bû, li gelek qadan xebat meşand. Hevrêyê me Alî ku bi hemû hebûna xwe, armanc kir xwe ji bo azadiya gelê me feda bike û di demeke kurt de di kesayetiya xwe de veguherînên girîng pêk anî. Ji têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komunal a gerîla bandor bû û xwe pêş xist. Hevrêyê me Alî bû xwedî ked û hewldaneke mezin ku bibe hevrêyekî baş ê hevrêyên xwe yên şehîd. Bi xwedîderketina li têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd hewl da erkên xwe bi cih bîne. Erkên xwe bi girêdaneke mezin a kûr ji hevrêyên xwe re, bi cih anî. Bi tecrûbeyên hevrêyên xwe û xwendina materyalên Partiyê xwe pêş xist û hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist. Ji ber tevlîbûna wî ya jidil û têkiliyên xwe yên sade ligel hevrêyên xwe, her tim mînak dihat nîşandan. Hevrêyê me Alî ku bi dilsoziyeke mezin tevlî her karê xwe bû, tecrûbeyeke girîng bi dest xist û bû xwedî pratîkeke serketî. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya ciwan, dînamîk û zindî di dilê hevrêyên xwe de cih girt, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê neqişand.

Hevrêyê me Alî ku 27'ê Tîrmeha 2017'an li herêma Avaşînê di êrîşa dijmin de şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî karî bû bi ruhê azadiyê yê Apoyî û bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd ve girêdayî bimîne. Hevrê Alî ku ewladê hêja û leheng ê gelê me yê Botanê ye, wê di dîroka me ya têkoşînê de bi hevrêtî û îradeya xwe ya xurt her tim bê bîranîn.

SARYA RONAHÎ ZAGROS

Hevrêya me Sarya li navçeya Kerboran a Merdînê di nava malbateke welatparêz de jidayik bûye. Ji ber ku di malbateke welatparêz de mezin bû, ev yek hişt ku ew bibe jineke Kurd ku bi cewher û nirxên xwe ve girêdayî. Mîna her ciwanekî Kurd di temenê biçûk de li hemberî berxwedanên ji aliyê gelê me ve hatine pêşxistin û rewşa şer a li Kurdistanê hesas bûye. Di salên xwe yên dibistanê de li herêma Mêrdînê bû şahidê kuştinên ku ‘kiryarê wê dewleta Tirk bû’. Bi zanîna bûyerên ku dewleta Tirk a dagirker li zarokên Kurdistanê kiriye û bûye sedem ku ew di temenê biçûk de bigihêje, her tim sîstemê lêpirsîn dikir. Di temenê xwe yê biçûk de li dijî sîstemê bi hêrs bû. Mîna her Kurdek li Kurdistanê dijî, hevrêya me jî ku rastiya dijmin dizanî û bibû şahidê wê, di salên xwe yên dibistanê de di hin xebatan de cihê xwe girt. Xebatên xwe yên milîstiyê bi nepeniyeke mezin dimeşand. Bi şêwaza xwe ya xebatê ya serketî û bi disîplîn alîkariya hevrêyên xwe kir. Di salên xwe yên zanîngehê de bi rengekî çalak tevlî nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Bi biryardariyeke mezin van xebatan meşand û tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Hevrêya me Sarya ku derfet dît tevgera me ji nêz ve nas bike, tevî ku dixwest tevlî nava refên gerîla bibe jî, ji ber karê xwe neçar ma vê pêşniyarê taloq bike. Weke xwendekarek xebatên ku dimeşand di aliyê wijdanî de têrker nedidît. Ji ber karê xwe hate binçavkirin. Hevrêya me ku ji beşa hemşîretiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê mezûn bû, di dema berxwedana Kobanê de tedawiya hevrêyên xwe yên birîndar dikir. Êşa birîna her hevrêyek xwe hîs kir û xebatên xwe meşand. Şehadetên hatine jiyîn bûn sedem ku hevrêya me Sarya tevlî bibe. Bi lêhûrbûnên kûr ên ku jiyaye, êdî ne mîna welatparêzekî alîkarî bide şoreşê, xwest bibe endameke vê şoreşê û li ser vê esasê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi vî rengî hevrêya me Sarya xeyala xwe ya zaroktiyê ya dîtina gerîla bi cih anî.

Hevrêya me Sarya piştî perwerdeya şervaniya nû, di demeke kurt de hînê jiyana gerîla bû. Di perwerdeya şervaniya nû de ji hevrêtiya li nava PKK'ê û rola pêşeng a gerîlayên jin bi pêş xistî gelek bandor bû. Hevrêya me ket ferqa polîtîkayên metakirin û bê îradekirinê yên sîstema kapîtalîst ên li ser jinê tên ferzkirin û ji ber di nava PKK'ê de bû xwedî nasnameya jinê ya azad, serbilind bû. Bi perwerdeya ku wergirtî re, di demeke kurt de hînî hemû detayên jiyana çiya û gerîlatiyê bû. Hevrêya me ji heybeta çiyayên Zagrosê bandor bû û li vê herêmê tecrûbeya yekemîn a jiyana gerîla bi dest xist. Hevrêya me piştî qedandina pêvajoya perwerdeyê, li vê herêmê tevlî xebatên pratîkî bû û demek li vir ma. Hevrêya me ku di xebatên bajaran de xwedî tecrube bû, piştre xwest xebatên xwe yên li vê herêmê jî pêş bixe. Li vir lêhûrbûnên kûr jiya û ji bo çalakiyê pêşniyarên xwe kir. Tevî ku ev pêşniyara hevrêya me nehat qebûlkirin jî, ti carî dest ji israra xwe berneda. Bi şêwaza xwe ya serketî di xebatên girîng de ku pêwîstî bi veşarî û zemîneke îdeolojîk a mezin heye, weke milîtaneke mînak a PKK-PAJK'ê rol lîstiye. Piştre hevrêya me li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî xebatan bû û di warê tenduristiyê de alîkarî da hevrêyên xwe. Hevrêya me di wê ferqê de bû ku şer bi amadekariyên beriya şer tê bi ser xistin, li ser vê bingehê gelek ked da. Hevrêya me Sarya ku hem ji aliyê leşkerî hem jî îdeolojîk ve ji bo bersivê bide her şêwe êrîşên dijmin, xwe bi pêş xist, weke milîtaneke YJA Starê ji bo erkên şoreşgerî yên serdemê bi cih bîne, her tim amade bû. Li ser vê bingehê her berpirsyariya ku dikeve ser milê wê bê teredût bi cih anî.

Hevrêya me Sarya ku 27'ê Tîrmeha 2017'an di êrîşên dijmin de şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî bi parastina girêdana xwe ya bi Rêber Apo û şehîdan re tevlî karwanê nemiran bû. Hevrêya me Sarya erkên nasnamebûna jina azad bi awayekî layiqî li gorî ruhê serdemê pêkanî, mîrateyeke têkoşînê ya nayê jibîrkirin ji me re hişt. Em careke din soz didin ku em ê di têkoşîna xwe de zindî bihêlin."