Festîvala Roja Hunerê li Kerkûkê ji bo zarokan hat lidarxistin

Bi wesîleya Roja Cîhanî ya Zarokan li bajarê Kerkûkê festîvaleke hunerî hat lidarxistin.

Duh êvarî li Navenda Rewşenbîrî ya bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, di bin navê ‘Rojeke hunerî li Kerkûkê’ de, di çarçoveya festîvaleke hunerî ya taybet ji bo roja cîhanî ya zarokan, hinek kar û çalakiyên hunerî ji bo zarokan hatin pêşkêşkirin.

Festîval ji aliyê çend sazî û koman ve hat organîzekirin. Festîval bi wesîleya roja cîhanî ya zarokan, hat lidarxistin. Pêşangeheke hunerî ji bo hunermendên li Kerkûkê hat vekirin, her wiha şanoyên zarokan hatin pêşkêşkirin û diyarî ji zarokan re hat pêşkêşkirin.

Bi hezaran hunermend, aktîvîst, nûnerên sazî û sendîkayên hunerî û Koma Muzîkê ya Mezopotamya beşdarî festîvalê bûn, her wiha hejmareke zêde ya jinên ciwan ên hunermend jî beşdarî pêşangehê xwe bûn.

‘MIN WÊNEYÊN XWE JI XWEZAYA KURDISTANÊ ÇÊKIRINE’

Hunermend Nadiya Azawî ku bi çend tabloyan beşdarî festîvalê bûye, ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Berî her tiştî ez bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan pîrozbahiyê li amadekarên vê festîvalê dikim. Ez bi sê berhemên hunerî beşdarî vê festîvalê bûm, tabloyên min taybet ji bo çanda kurdî ye ku jinên Kurd nîşan dide. Min wêneyên xwe ji xwezaya Kurdistanê çêkirine.”

‘ZAROKÊN BAJÊR BI BERHEMÊN XWE YÊN HUNERÎ BEŞDARÎ VÊ MIHRÎCANÊ BÛN’

Ciwanê bi navê Rêbend Husên jî ev tişt got: “Em weke welatiyên Kerkûkê îro beşdarî vê şahiya xweş a ku ji bo zarokên Kerkûkê hatibû amadekirin, bûn. Zarokên bajêr bi berhemên xwe yên hunerî beşdarî mîhrîcanê bûn. Di şahiyê de hejmareke zêde ya berhemên hunerî yên weke tablo, şanoya zarokan, stran û huner hatin pêşkêşkirin.”

Lara Kerkûkî jî anî ziman ku ew kêfxweş bûye beşdarî festîvaleke wiha bûye û got: “Zarok di vê festîvalê de berhemên xwe nîşa dikin.”