Şoreşgerên Enternasyonal wê li Hesekê lîstika Prometheûs pêşkêş bikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Şehîdên Enternasyonal wê lîstika Prometheûs bê lîstin.

LI ROJAVA ŞANO

Bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Şehîdên Enternasyonal wê lİ Hesekê çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin. Ji bo bîranîna şehîd Elefterîa Hambî wê lîstika şanoyê ya bi navê 'Prometheûs' bê pêşkêşkirin. Lîstik ji aliyê Şanoya Çiya û Koordînasyona Karên Enternasyonal ve hate amadekirin û Ekîn Ronî derhêneriyê jê re dike.

Lîstika ku di sedsala 5'an a Beriya Zayînê de ji aliyê Aîskhylos ve hate nivîsandin, qala trajediyeke polîtîk dike. Lîstika ku bi keda hevpar a şoreşgerên Enternasyonal û şanogerên Rojavayî tê pêşkêşkirin, bi qedexekirina bikaranîna agir a ji aliyê Zeûs ve destpê dike û qala wê yekê dike ku Prometheûs ji bo mirovahiyê agir didize.

Lîstika Prometheûs wê bi muzîka Çar Demsal a Vîvaldî bê nîşandan û bi qasî muzîkên xwe her wiha bi dansên xwe yên di fînalê de jî wê gelekî balê bikişîne. Şano wê di 24'ê Adarê de bê pêşkêşkirin. Di 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê û salvegera 20'an a şehadeta şanogerê şoreşger Şehîd Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) wê li Qamişloyê bê nîşandan.

Elefterîa Hambî ku li Elmanyayê ji dayik bû, li ber tîrêjên felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû û li hemberî êrîşên pir alî yên sîstema kapîtalîst weke şoreşgereke enternasyonal berê xwe da ku Kurdistanê û tevlî nava refên PKK'ê bû. Elefterîa ruhê gerdûnî û enternasyonal ê PKK'ê di demeke kurt de pejirand, bû yek ji milîtanên pêşeng şoreşger ên enternasyonal. Elefterîa ku fikrê sosyalîst û tevgerên ekolojîk di ciwantiyê de bala wê kişand, têkoşîna mezin a gelê Kurd a li çar aliyên cîhanê bi baldarî şopand, kete nava lêgerîna azadiyê û bala xwe çû ser îdeolojiya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, li çiyayên Kurdistanê jî li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi bezê ber bi jiyana azad ve meşiya, li Kurdistanê ku dilê Rojhilata Navîn e weke gerîlayeke nemir heta nefesa xwe ya dawî bi hişmendiyeke mezin şer kir. Elefterîa li nava refên PKK'ê ji bo bibe bersiveke bi wate îradeyeke xurt nîşan da û weke milîtaneke YJA Starê wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi cih anî.