Şarqul Awsat: Barzanî ji bo taloqkirina hilbijartinan li Îranê ye

Rojnameya Şarqul Awsat îdîa kir ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ya li Îranê hewldanek ji bo taloqkirina hilbijartinên herêmê ye.

Serdana Nêçirvan Barzanî ya li Îranê di 5'ê Gulanê de destpê kir. Rojnameya Şarqul Awsat îdîa kir ku Barzanî ji bo ji rayedarên Îranî bixwaze ku zextê li Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) bike ku hilbijartinên parlamenta Herêma Kurdistanê taloq bike, serdana Îranê kiriye.

PDK'ê piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê biryar dabû ku hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê boykot bike ku wê 10'ê Hezîrana 2024'an pêk were.

Nêçirvan Barzanî beriya niha bi demeke kurt serdana Bexdayê jî kiribû û ji bo talqokirina hilblijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê bi rayedarên Iraqî re hevdîtin kiribû.

Tê îdîakirin ku Barzanî di vê mijarê de rayedarên Iraqî qanih kiriye.