Çîroka strana Nivîşta Gerîla

Straneke bihezn, bîrikirin lê ji herduyan zêdetir straneke ku hêvî lê geş e.

Bi qasî du salan e ku li vê stranê guhdarî dikim. Her ku guhdarî dikim dilzîz dibim. Min bi diyarên dûr ve dibe. Piştî wê hiznê hêviyek li dilê min geş dibe.

Behsa stranekê dikim..Her ku lê dihisînim hîsên nû li dilê min zîl didin û min dibe cîhaneke cihê. Ji ber vê min tim çîroka stranê û çêkerên stranê meraq kir.

Li çêkerên stranê Şêro Hİndê û Mehmûd Berazî geriyam. Gelek mirovan dema ku li vê stranê guhdarî dikirin dilzîz dibûn û bi hêvî lê guhdarî dikirin, ji ber vê min dixwest çîroka wê hîn bibim û guhdar bikim. Dawiyê dema ku dîsa rêya min bi Rojava ket, pêşî çûme cem Şêro Hindê. Dema ku wî behsê dikir ez dilzîz bûm, dema ku dilzîz dibûm hêvîdar dibûm:

'Du ciwanên me yên ji Rojava dil dikevin hev. Naxwazim navê wan û bajarên wan bibêjim. Bila weke razekê bimîne. Bila çîroka yên mirovên wiha be. ..Bêyî ku malbata wan hay jê hebe an jî haya malbatê jî hay ji wan heyî hev dibînin. Ji hev hez dikin, bi demê dilê wan ji bo têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê lêdixe. Bi hev re biryarê didin û diçin nav gerîla.

Piştî perwerdehiya pêşî ya şervaniyê cihê wan ji hev vediqede. Mirov pê dernaxin bê ka ji hev dikin an na. Bi nêzîkatatiyek pir kemilî ne. Li gel ku ji hev hez dikin jî hay ji giraniya hezkirina welêt jî hene. Bi salan hev nabînin. Di nav şerê welêt de xwe di dilê hev de vedişêrin û bi wê çalakiyan dikin, bi peywirê radibin.

Piştî bi çend salan derengiya şevê an rojeke germ dema ku ji devereke çiyê derbas dibin li hev rast tên. Piştî ku li ser piyan bi kurtî hev dibînin rêya xwe didomînin. Ji aliyekî çiyê ber bi aliyekî dî ve diçin û têkoşîna xwe didomînin, lê li ser piyan dema ku hev dibînin carek dî dilê wan li gel welêt ji bo hev jî lêdide.

Dema ku Şoreşa Rojava çêdibe, gerîlaya jin ji bo ku li qada şoreşê cih bigire li xaka ku lê çêbûyî vedigere. Piştî hatina wê bi demekê peywira gerîla jî dikeve ser xaka ku lê çêbûyî, bi şoreşê xweşi bûyî, divê were parastin. Lê heta ku ew hatî gerîlaya jin di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd dibe.Ji ber vê careke dî hev nabînin. Li ser vê, hevalê wê li cihê ku lê mayî dikeve pey şopa wê. Li deverên ku wê lê şer kirî şer dike. Li Şengalê, Kobanê û Girê SPî..Hê jî li qadeke ji van têdikoşe.''

Şêro Hindê dibêje li nav gerîla gelek çîrokên wiha tije hêvî, bîrkirin û hezkirin hene û wiha behsa pêvajoya piştî çîrokê û çêbûna stranê dike:

''Dema ku me çîroka wê bihîst me got divê em bi stranekê an jî bi xebateke dî bidin bihîstin. Em li vê stranê fikirîn ku hevala jin jê hez dikir û weke peyameke ji bo welatê xwe didît. Me gotinên wê li gorî vê çêkir. Pê tê gotin ku hevkirina li welêt û du mirovan çawa ketine zik hev, hev geş û xurt dikin. Dibêje, ''Ez li nav gotinên wê geriyam. Hatim Rojava. Li aşê êşan min xwe dît. Dibêje, hatim min xaka şoreşa rojav ji xwe re kir cih û war. Ev gotin ji devê hevala jin a ku şehîd dibe, derdikeve û weke peyama wê tê ragihandin. Mijareke pir hesas e. Straneke bihezn, bîrikirin lê ji herduyan zêdetir straneke ku hêvî lê geş e. Em wiha lê fikirîn û me wiha sêwirand. Ji ber vê me navê wê 'Nivîşta Gerîla' danî.''

Gotin û klîba strana Nivîşta Gerîla, ku gotinên wê Şêro Hindê nivîsiye, muzîka wê Mehmûd Berazî daniye û Şehrîban Guneş, Xalid Dêrik û Hacî Mûsa bi gotinên xwe wê temam dikin:

NIVIŞTA GERÎLA 

Nav çiya û zinaran

Pey dilê kovî mame

Bûm bi bask (û) firîyam tevlî xeyalan

Deşta dûr pir dûr e

Li Rojava destara derdan e

Hêviya min dîtinek bû

Ji vê refê neqetiyam (û) tevlî wê firîyam

Wek(î) koçeran gerîyam (di) bin baranê de

Henasê(hilmê) min bi vedeng e

Gava min bê deng e

Mêwa giyanê min lal e

Siwar hatin ji zozanan

Girtin serkêşiya dîlanan

Desmala rengîn

Destana mijê û baranê

Dodmaman xwe hilba kirin

Pismaman çok nîvçok kirin

Desmal dane destê xalana

Pûkê û leylanê

Rê kor e û pir sar e

Heyv(hîv) li jora mat maye

Stêrk ji çavan rijyan lê ez mam

Hespê boz dijene

Ber bi jora jor ve

Ji nav ewrên giyanan de dinhêre

Destê min ji te nabe

Lê pir, pir dereng e

Ji te re malekî ji kevrokan ava dikim

Derîyê wê (ji) şilêr be

Banê wê (ji) morîk be

Çira wê pêjna te.