BI DÎMEN

4'ê Nîsanê li tunelên berxwedanê hate pîrozkirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4'ê Nîsanê li tunelên berxwedanê bi gerandina govendê û stranan pîroz kirin.

ROJBÛNA 76'AN A RÊBER APO

Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê weke her salê îsal jî ji bo 4'ê Nîsanê moralek lidar xistin. Gerîlayên li tunelên berxwedanê jî govend gerandin, stran gotin û rojbûna 76'an a Rêber Apo pîroz kirin.

Doga Şengal rojbûna Rêber Apo li Rêber Apo û gerîlayan pîroz kir û got, "Em rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin. Di şexsê Rêber Apo de li tevahiya gelê Kurd û hevrêyên xwe pîroz dikin."

Gerîlayan li tunelên berxwedanê stranên li ser rojbûna Rêber Apo gotin. Gerîlayan her wiha bi gerandina govendê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.