Hevserokê Giştî yê Kongreya Ciwaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyand ku Parlamentera Amedê Leyla Zana li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kiriye.
Piştî, Parlamentera Amedê Leyla Zana di odeya xwe ya li Meclîsê de ji bo piştgirî bide grevên birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya bêdor û dorveneger kir Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, Parlamenterên BDP’ê Îbrahîm Bînîc î û Altan Tan têkildarî mijarê civînek çapemeniyê li dar xist.
Di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê hat lidarxistin de Ahmet Turk daxuyand ku Leyla Zana dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kiriye. Turk wiha domand: “Birêz Leyla Zana bi mantiqekî ku pêvajoyê bixitimîne dest bi grevê nekiriye. Tenê ji bo pêşî li pêvajoyê veke dest bi çalakiyê kiriye. Birêz Zana, ji bo peyam bide meclîs û civaka Tirkiyeyê dest bi grevê kiriye. Em rêzdarî nîşanê biryara hevala xwe didin. Me nedixwest ji ber tenduristiyê ew têkeve grevê lê ji ber israra wê me nekarî em wê asteng bikin.”
Turk di berdewamê de bersiv da heqeret û gefên Serokwezîrê Tirk Erdogan û wiha axivî: “Grevên birçîbûnê kete 64’emîn roja xwe. Girtî dixwazin rêyên diyalogê bên vekirin û pirsgirêk bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Lê mixabin zimanê siyasetê rê li ber van grevên birçîbûnê nagire. Berevajî wan tehrîk dike. Lê diviyabû îro hemû kesî ji bo grevên birçîbûnê bidawî bibin tevbigeriyaban. Bi taybet jî Birêz Serokwezîr, divê gotinên xwe durist bêje. Her roj diçe hêviyên me kêm dibin. Bila Birêz Serokwezîr baş bizane ku tu pêdiviya me bi parêzê tune ye. Ev bi salane me bi têkoşîna xwe vîna xwe nîşan daye. Ji bo têkoşîna gelê xwe me hemû bedel dane, pêwîst be em dê dîsa bidin.”