Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federasyona Bakurê Sûriyê Hediye Yûsûf ku heftiya bihurî li Japonya tevlî Konferansa Kurd bûyî û hin têkilî danîn bersiv da pirsên ANF’ê..
Ji bo serdanê kê hûn vexwendin? Kê konferans organîze kiribû?
Ev serdena me ya pêşî ji bo Japonyayê bû. Rêxistineke saziya civakî ya dostê Kurdan em vexwendin. Jixwe ev sazî jî ji bo ku bi Kurdan re têkiliyê deyne hatibû avakirin. Vê saziyê şûbeyên xwe li Kurdistanê vekirine û di demên pêş de bi Kurdan re dixwazin têkiliyên xweş ava bikin. 7 parlamenterê ku li Japonya xwedî cihên girîng in jî endamên vê saziyê ne.
Li derveyî Rojava kes tevlê konferansê bû?
Sedema serdena me ya bi vexwendina wan ew bû ku bi tevlêbûna çar parçeyan em konferanseke Kurd li dar bixin. Ji bo vê jî Kurdên çar parçeyan û KNK hatibû vexwendin. Ji Başûr, nûnerekî Partiya Komunîst û ji PDK’ê kesek hatibû. Ji Bakur parlamenterek û şêwirmendê parlamenter hatibû- ku her wiha nivîskar e, hazir bûn. Em jî li ser navê Rojava bi şandeyeke ji 3 kesan pêk tê tevlê bûn. Ji KNK’ê jî kesek hatibû. Lê ji Rojhilat kesek nebû, ji ber ku derfetên ku ji wir derbasî Japonya bibin nebû.
Li derveyî konferansê bi rayedarên fermî yên Japon re hûn rûniştin?
Bernamameya me ya wir, wan amade kiribû. Destpêkê bi berpirsê Rojhilata Navîn re hevdîtinek çêbû. Bi hin parlamenteran re ku di di parlamentoyê de xwedî cihên girîng in hevdîtinên taybet çêbûn. Bi rayedarên Karê Derve re em rûniştin.
Rojeva we li ser çi bû?
Di hevdîtinên bi Wezareta Karê Derve û bi parlamenteran re em li ser rewşa Kurdistanê ya çar parçeyan, li ser tiştên ku niha dibin, rewşa dîrokî, siyaseta ku Kurd dikin em axivîn. Li ser mijara, li gel ku li ser Kurdan ev çend polîtîkaya înkarê heye û li gel sîstema serwer, dagirker û înkarker jî têkoşîna ku Kurd didin, şerê ku dijî terorê didin bû mijara nîqaşan.Her wiha li ser mijarên rewşa ku Kurd îro dijîn, têkoşîna dijî DAIŞ’ê, li hêla dî jî siyaseta dewleta Tirk a bi mebesta ku Kurd nebin xwedî statû û li ser êrîşên dewleta Tirk jî em axivîn. Helbet wan jî bîr û boçûnên xwe gotin. Ji bo ku Japonya li ser pirsa Kurd bibe xwedî siyasetekê ev destpêka serdan û civînan e. Di vê serdanê de bi meraqeke mezin li Kurdan guhdarî dikirin.
Di hevdîtinan de rojava we ya sereke çi bû? Ti fira wan ku nêzîkatiya wan dibêje çêbû? Her wiha li ser Federasyona Bakurê Sûriyê çi meraq dikirin?
Li ser pirsa Kurd, li ser pirsa ku îro tê jiyîn, siyaseta ku li ser Kurdan tê meşandin, ji niha û pê de rewşa Kurdan wê çawa be, li ser van mijaran nîqaş çêbûn. Helbet rewşa Kurdên Bakur, Başûr jî rojev bû. Bi taybetî jî Rojava rojeva sereke bû. Kurd niha li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Piştî şerê dijî DAIŞ’ê xilas bû rewşa Kurdan wê çi be.. Nêzîkatiya rejîma ya li projeya demokratîk a bi pêşengiya Kurdan wê çi be, sîstema federaliya demokratîk wê were qebûlkirin an na, her wiha ev sîstema federal wê bikaribe ji krîza Sûriyê bibe çareserî yan na, nerîna me ya li srer krîz û çareseriya Sûriyê mijarên nîqaşan bûn. Her wiha nêzîkatiya me ya li polîtîkayên DYE û Rûsya, nêzîkatiyên ku naxwazin Kurd bibin xwedî statû, bi taybetî jî nêzîkatiya dewleta Tirk di nav vê çarçoweyê de bû rojev. Konferans li ser vê zemînê hate organîzekirin. Medya Japon jî di konferansê de hazir bûn. Her wiha gelek mirovên Japon û Kurdên li Japonya jî hazir bûn. Helbet, konferansê rojekê dom kir. Nûnerên Kurd ên ji her sê parçyan jî haziriya xwe kiribûn. Nûnerên parçeyan li ser qadên xwe rewşa Kurdan, li ser siberoja wan, li ser rêyên pêkhatina yekîtiya Kurdan semîner dan.
Tevlêbûna rayedarên Japon ên li konferansê çawa bû? Daxwazên we ji Japonya çêbûn?
Bi baldarî li semîneran guhdarî dikirin. Axaftin bi Kurdî, Ingilizî, Japonî û Tirkî hatin kirin. Di her semînerê de jî li ser rewşa Kurdan a dîrokî nirxandin çêbûn. Li ser rewşa niha, destketiyên Kurdan, parastina van nirxan, mîsogeriya wê çiye, têkiliyên di navbera aliyan de wê çawa bidomin nîqaş hatin kirin. Di navberê de carê çanda Japon û muzîka Japon jî hebû, li ser çanda Kurdan jî muzîk hebû.
Di konferansê de ji bo Rojava daxwazên me çêbûn. Ji bo naskirina statûya Kurdan me destek ji hikûmeta Japon xwest. Japonya Endamê Neteweyên Yekbûyî ye û dikare bibe xwedî ristekî. Me got projeyeya me ya çareseriyê ji bo çareseriya Sûriyê dikare rola xwe bi cih bîne. Ji ber ku bêyî Kurdan krîza Sûriyê nikare were çareserkirin. Ji bo vê jî me ev xwest.
Me alîkariya însanî xwest. Niha herî pir Japonya û Emrîka alîkariya zêde ya madî dike. Me bal kişande ser derfetên kêm ên ji bo penaberên li Sûriyê di mijara birîndaran û tendiristiyê de. Me destekeke xurt ji hikûmeta Japon xwest, wan jî got, jixwe ew alikariyê didin lê ji niha û pê de wê zêdetir bini.
Japonya di tekonolojiyê de pir xurt e, di vê mijarê de me alîkarî xwest.
Dema ku em li wir bûn êrîşa bi ser Qereçoxê de çêbû. Me xest ku Rojava bibe herêma ku firîna balafiran lê were qedexekirin û me xwest ku Japonya di vê mijarê de rola xwe bi cih bîne.
Çi bersiv dane daxwazên we?
Parlamenterên ku tevlî konferansê bûbûn gotin, em ê dengê we bigihînin her deverê, em ê li ser daxwazên we nîqaş bikin û li ser wan bisekinin. Diyar kirin ku ew dixwazin destekeke xurt bidin. Eleqeyeke mezin a çapemeniyê hebû. Piştî konferansê saziyên çapemeniyê yên dewletê xwestin bi me re roportajê bikin. Me kir. Pirsa wan a girîn ev bû: ‘’We daxwazên xwe gihandin hikûmeta Japon, baş e ji gelê Japon hûn çi dixwazin?’’ Me bi vî rengî peyama xwe da gelê Japon jî. Me diyar kir ku gelê Japon li Hîroşîma û Nagazasî êşên mezin dîtine û divê ev civaka li ser navê mirovahiyê û demokrasiyê destekê bide civaka Kurd a ku tê çewisandin.
Di daxuniya çapemeniyê de jî pirsên wiha hatin: Têkoşîna DAIŞ’ê çawa diçe, piştî Reqa hate azadkirin wê çi bibe, têkiliya xwe ya bi Rûs û Emrîka re çawa di hevsengê dihêlin, sîstema federaliya demokratîk wê serkeftî be yan na, çareseriya krîza Sûriyê wê çi be, nêzîkatiya rejîmê û gelê Ereb a li sîstema federal û xweseriya demokratîk û nêzîkatiya gel.
Hûn li bendê ne ku di dema pêş me de Japonya têkildarî Kurdan û Rojava bibe xwedî polîtikayekê?
Pêwendiya li bo ji konferansa me zêde bû. Pitî konferansê jî di hevdîtinan de gelek sazî û dezgehên diyar kirin ku ew ê zêdetir bala xwe bidin ser Rojava. Li gor min Japon dixwazin têkildarî Kurdan û Rojava bibin xwedî polîtîkayekê. Ev jî bi demê re wê bibe zemîna têkiliyên siyasî, civakî, kulturî û aborî. Mînak çawa ku demekê bala xwe dane ser Başûr û konsolosxane vekirin, niha jî weke ku li ser Rojava xwedî periyodekê ne.
Bala Japonan li ser çiyê Rojava bû?
Herî pir bala wan li ser rola jina Kurd a şoreşê de bû. Hinan gotin ji bo vê fêhm bikin, lêkolîn bikin dixwazin werin Rojava jî. Planeke wan a wiha heye.
Di hevdîtinan de me hin dosya dane saziyên fermî, parlamenter û partiyên siyasî. Li ser rewşa koçberan, têkildarî êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojava û polîtîkayên Tirkiyên yên li ser Sûriyê, li ser geşbûna tevgera jinê û têkoşîna wê me dosya dan. Dosyayeke bi mebesta nasandina Federasyona Bakurê Sûriyê, peymana civakî û ji bo çareseriya Sûriyê me dosyayeke ku armanc û hedefê me dibêje da wan, di nav belgeya me ya siyasî jî hebû. Li ser binpêkirina sînorên me ya ji hêla Tirkiyê ve û dagirkirina Cerablûsê me nîqaş kir. Ji dosyayên me kêfxweş bûn. Gotin em ê vekolin û li ser xebatan bimeşînin.
Hûn bi Kurdên li Japonya re axivîn?
Li Japonya nêzî 2 hezar Kurd hene. Me gelê xwe yê wir jî dît. Hin civîn me kirin. Gel geşedan û şoreşa Rojava meraq dikir. Ji bo ku em ji wan re bibin bersiv me civîn çêkirin. Meraqeke mezin hebû di civînan de. Hinan digot em dixwazin werin Rojava lê rê nedîtine û hinan digot ji bo ku tevlî YPJ’ê bibin ew dixwazin werin Rojava.