BI DÎMEN

Yuksekdag-Demîrtaş û 9 parlamenter hatin binçavkirin

Hevserokên Giştî yên HDP'ê û 9 parlamenter, piştî serdegirtina malên wan hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî, nîvê vê şevê bi serdegirtinan berê xwe dan parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Di encama biryara binçavkirinê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, parlamenterên HDP'ê hatin binçavkirin. Polîsan avêtin ser malên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş. Polîsan li kesên li mala Yuksekdag bûn xistin û Yuksekdag binçav kirin. Selahattîn Demîrtaş jî piştî lêgerîna li mala wî, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Wekîlên HDP'yî yên piştî serdegirtinan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin ev in: Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên Amedê Nûrsel Aydogan û Ziya Pîr, parlamenterên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu, parlamentera Colemêrgê Selma Irmak, parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, parlamenterê Êlihê Mehmet Alî Aslan, parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan.

BIRYARA BINÇAVKIRINA HEMÛ WEKÎLAN

Tê gotin, biryara binçavkirinê ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye derxistin û ji bo binçavkirina hemû parlamenterên HDP'ê hatiye dayîn.