Wezîrê Dadê: Ji bo hevdîtinên bi Ocalan re tengasî tune ye!

Wezîrê Dadê: Ji bo hevdîtinên bi Ocalan re tengasî tune ye!

Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn diyar kir ku ger hêzên dewletê pêwîstî pê bibînin dikarin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û îdîa kir ku “jixwe ji bo hevdîtina bi Ocalan re tu tengasiyek tune ye.” Lê ji tîrmeha 2011 ve Ocalan nekariye bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne.

Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn bersiv da pirsên rojnamevanan ên li ser greva birçîbûnê û Îmraliyê. Ergîn bersiva pirsa bi awayê “Ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê Ocalan û MÎTê hevdîtin kirin an na?’ û got; “Me gelek caran vê yek got. Hêzên dewletê kengî pêwîstî bibînin hevdîtin kirine û dê bikin.”

Wezîrê Tirk ku tecrîda li ser Ocalan ji nedîtî ve hat û ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî got ‘jixwe tu tengasiyeke tune ye. Dikare bi malbata xwe re hevdîtin pêk bîne.”

Ergîn da zanîn ku şert û mercên girtîgehên din çawa bin ên li Îmraliyê jî wisa in û da zanîn ku ji bo kesên dest ji greva birçîbûnê berdan tişta pêwîst ên bijîşkî hatine kirin.