Wekîlên Elman dest bi projeya ‘Parlamenter Parlamenteran diparêze' kirin

Parlamentoya Elman dest bi projeya “Parlamenter parlamenteran diparêzin" kir. Di çarçoveya projeyê de 60 parlamenterên Elman wê hempîşeyên xwe yên Tirkiye biparêze.

Parlamenterên partiyên ku komên wan di Meclîsa Elman de heye bi armanca bi parlamenterên Tirkiye yên hatin girtin û di bin gefan de piştevaniyê xurt bikin dest bi projeya ‘Parlamenter Parlamenteran diparêze' kirin.  Wekîlên Elman bi silogana "Parlamenter  parlamenteran diparêzin" dest bi projeyê kirin. Armanca piştevaniyê bi awayekî sembolîk parlamenterên ku li Tirkiye hatine girtin û di bin gefan de ne biparêzin û li wan xwedî derkevin. Wekîlê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Franz Muntefering, diyar kir ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag dixe bin parastina xwe.

Serokê Koma Partiya Sol û Keskan Oppermann, Hofreiter û Wagenknecht jî diyar kir ku Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş dixe bin parastina xwe. Ji partiya Serokwezîra Elman Angela Merkel a demokratên Xiristiyan (CDU) M. Patzelt ji Mithat Sancar re,  Brand ji Erol Dora re, Kofên SPD’î jî ji Garo Paylan re nameyên piştgiriyê şandin.

Proje niha 37 parlamenteren HDP’ê hembêz dike.