Tevî astengiyan jî li ber Tîpa F ya Kandirayê daxuyanî hat dayîn

Bi biryara Walîtiya Îzmîtê hewl hat dayîn, daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, ku Kişanak û Ata lê ne, bê astengkirin. Lê girseya gel tevî astengiyan jî li ber girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê.

Endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) û HDP'ê, ji bo li ser girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata daxuyaniyê bidin çapemeniyê, ji Stenbolê bi rê ketin.

Lê belê beşek ji wesayîtên HDP'yiyan li pêşiya Stenbolê û navenên Weqfa Mehmetcîk û gîşeyên Kandirayê hatin rawestandin.

Parêzerên li ber gîşeyên Kandirayê hatine sekinandin, bi dozgerê komarê re axivîn û piştî vê axaftinê destûra derbasbûnê hate dayîn. Lelê destûr ji bo welatiyên ji bo daxuyaniyê hatin û rojnamevanan nehat dayîn.

Walîtiya Îzmîtê wek hincet biryarên Rewşa Awarte derxist pêş û biryara qedexeyê bi vê ve girê da.

Endamên HDP û KJA'yê ji wesayîtan hatin peyakirin û hin ji wesayîtan jî bi zorê hatin kişandin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Gazîosmanpaşa Fenar Gunana hate binçavkirin.

Piştî demeke dirêj destûr ji parlameteran re hat dayîn ku ji gîşeyên Kandirayê derbas bibin. Lê vê carê jî jenderme derketin pêşiya parlamenteran Pervîn Bûltan, Huda Kaya, Ertal Aktaş û Mehmet Emîn Adiyaman.

HDP'yî ji benda polîs û jendermeyan derbas bûn û daxuyanî dan. Hevseroka HDP'ê ya bajêr Aysel Guzel da xuyakirin, ku li navçeyên Stenbolê destûr nehatiye dayîn wesayîtên wan bi rê bikevin, li gîşeyên Kandira û pêşiya Weqta Mehmetçîkê destûr ji çûyîna wesayîtan re nehatiye dayîn, 4 parlamenter li cihekî bi 3 kîlometreyan dûrî Girtîgeha Kandirayê ye, ji wesayîtan peya kirin. Guzel bal kişand ser bêhiqûqiyê û got, "Ti pîvanekî demokratîk nîne. Em di demeke welê de ne ku Qesr û desthilatdarî her tiştên demokrasiyê ji holê rakirine."

Guzel anî ziman, ew ê berxwedana xwe ya demokratîk bidomînin û got, "Ji bo şermezarkirina girtinan, tevî astengiyan jî em ê li ber girtîgehan bin. Em ê piştgiriya hev bikin. Li dijî vê sîstem dixwaze vîna me bişikîne em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Guzel xwest, di serî Hevşaredar Kişanak û Anli hemû hilbijartî werin bedan û pêkanîna qeyûm bê qedandin.

Çalakî piştî daxuyaniyê qediya.