Kurdistaniyên li Ewropayê jiyan dikin çalakiyên wan yên ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbû didomin. Komek qasî 50 Kurdistaniyên ku ji jin û zarokan pêktên Parlementoya Awûstûryayê dagirkirin, têkildarî çalakiya birçîbûnê dosyayek dan dîrektorê parlementoyê.
Dîrektorê Parlementoyê got, di serî de çalakiya birçîbûnê û pêşketinên li Tirkiyeyê ew ji nêz ve dişopînin. Li ser daxwaza çalakvana ya bila parlemento daxuyaniyekê bide jî diyarkir ku, ew dê ji hemû komên meclîsê re ragihîne. Piştî daxwaz pêşkêş kirin, jin û zarokan çalakiya dagirkirina Parlementoya Awûstûryayê bidawî kirin.