Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye

"Têkildarî vê pirsgirêkê ku weke pirsgirêka Kurd tê bilêvkirin, lê belê ji aliyê cewherî ve pirsgirêka Tirk e, mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan azad bibe."

Yek ji 40 aktîvîstên 'Keştiya Azadiyê' ku di navbera 8-12'ê mijdarê de ji Atînayê çû Napolî, doktorê servîsa lezgîn Josef Karl Heinrich Savary bû. Savary bal kişand ser girîngiya rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê, piştevaniya gelan û têkoşîna gerîla.

Savary ji ANF'ê re axivî û dema ku qala têkiliya xwe ya bi Kurdan re kir, anî ziman ku ew endamê komîteyeke li Îtalyayê ye ku ji bo piştevaniya bi Kurdan re ava bûye.

Savary got, "Ji bo min gelekî girîng e ku mirovên ne Kurd piştevaniya xwe ya bi Kurdan re bînin ziman, bi taybetî jî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin."

MÎNAKA NELSON MANDELA

Savary destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye û got, "Têkildarî vê pirsgirêkê ku weke pirsgirêka Kurd tê bilêvkirin, lê belê ji aliyê cewherî ve pirsgirêka Tirk e, mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan azad bibe."

Savary lîderê dîrokî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela weke mînak nîşan da: "Li Efrîkaya Başûr, çareserî tenê bi azadiya Nelson Mandela pêkan bû. Wî jî nedixwest ku heta gelê wî azad nebe ew jî azad nebe. Bi dîtina min heman tişt ji bo Ocalan jî derbas dibe."

'BAWERIYA MIN BI HIKUMETÊN EWROPAYÊ NAYÊ'

Dema ku me jê pirsî ku hikumetên Ewropayê bi kîjan rêbazê dikare zextê li Tirkiyeyê bikin ji bo polîtîkaya xwe biguherîne Savary bêbaweriya xwe ya li hikumetan anî ziman:

"Hikumeta Swîsreyê jî di nav de hikumetên Ewropayê, li berjewendiyên xwe dibînin ku Erdogan aciz nekin. Erdogan penaberan bi taybetî jî Sûriyeyiyan weke amûreke şantajê bi kar tîne. Dibêje 'Ya hûn ê bi ya min bikin, ya jî ez ê penaberan berdim'. Ji bo vê jî salane derdora 6 milyar Euroyî pere distîne. Ev yek jî bi rengê peymanên bi şîrketên çekan ên li welatên Elmanya, Fransa û Swîsreyê bi rê ve diçe. Ev dewlet ji bo Erdogan polîtîkaya şer a li dijî gelê Kurd bimeşîne çekan didin."

Me pirsî ku di rewşeke wiha de ji bo 'Welatên Ewropayê helwesta xwe biguherîne divê çi bê kirin' Savary ev bersiv da:

"Heta ku gel, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên muxalefetê zexteke xurt nekin, divê mirov ne li bendê bin ku dewletên Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê. Swîsre jî di nav de baweriya min bi hikumetên Ewropayê nayê. Gelek berjewendiyên wan bi Tirkiyeya Erdogan re heye."

'DIVÊ PIŞTGIRÎ JI TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ RE BÊ DAYIN'

Savary li gel zexta raya giştî her wiha bal kişand ser girîngiya têkoşîna gerîla û destnîşan kir ku di azadiya Abdullah Ocalan de têkoşîna gerîla xwedî girîngiyeke mezin e.

Savary bi dewamî got, "Bi dîtina min divê gel zextê zêde bike. Di wê baweriyê de me ku çalakiyên leşkerî yên şervanên Kurd jî gelekî girîng e. Divê neyê jibîrkirin; azadiya Nelson Mandela piştî têkçûna artêşa Efrîkaya Başûrp êk hat. Artêşa Efrîkaya Başûr jî gelekî xurt bû. Têkçûna wê li hundir bû sedema nîqaşên nû û misogeriya azadiya Nelson Mandela. Yanî bi dîtina min piştgiriya têkoşîna çekdarî jî gelekî girîng e."