Sancar: Têkoşîna hevpar yekane rêya rizgariyê ye!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar beriya rûniştina doza têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz, daxuyaniyek da û got, "Yekane rêya rizgariya ji vê sîstem, desthilatdarî û sîstema xwînxwar, têkoşîna hevpar e."

17'ê Hezîrana 2021'ê di êrişa çekdarî ya li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz hatibû qetilkirin. Rûniştina duyemîn a doza têkildarî êrişê li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk tê.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, endamên Desteya Rêveberiya Navendî, Koordînasyona Jinê, Meclîsa Partiyê, hevserokên partiyên pêkhate, parlamenter, rêveberên bajar û navçeyan û bi sedan endamên partiyê rûniştinê dişopînin. Gelek rêxistinên jinan û hiqûqnasên ku dozê dişopînin, dixwazin ku hiqûq û edalet bi cih bên anîn.

Sancar beriya destpêkirina rûniştinê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyek da û ev nirxandin kir: "Wê rojê li wê derê hevala me Denîz Poyraz hebû, ew qetil kirin, ew ji nava me birin. Lê belê zanin ku bi qetilkirina hevaleke me yan jî hevalên me ev têkoşîn naqede. Kes natirse. Xwestin bitirsînin, bitepisînin. Lê belê bi êrişên bi vî rengî nekarîn bi ser bixin, wê nikaribin bi ser bixînin. Em ji bo edalet, heqîqet û aştiyê li vir in. Em zanin ku li hemberî me sîstemeke nebaşiyê ya rêxistinbûyî û bêedalet heye. Rê û rêbaza herî bi bandor a li dijî vê sîstem, zîhniyet û desthilatdariyê, têkoşîna rêxistinbûyî ye. Li dijî nebaşiyê divê em başiyê, li dijî bêedaletiyê jî divê em têkoşîna edaletê mezin bikin.

Yekane rêya rizgariya ji vê sîstem, desthilatdarî û pergala xwînxwar, têkoşîna hevpar e. Dadgerî di destê desthilatdariyê de ye û ji bo tepisandina muxalefetê û hêzên demokrasiyê weke çoyekî bi kar tîne. Bêguman eger em bêdeng bimînin wê edalet li salonên dadgeyan pêk neyê. Em bêdeng namînin; li dijî bêedaletiya rêxistinî em têkoşîna rêxistinî, li dijî nebaşiya bi rêk û pêk em piştevanî û têkoşîna hevpar ava dikin."