Sancar: Plana tasfiyekirinê bi têkoşîn û biryardariyê têk diçe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku yekane rêya têkbirina planên tasfiyeyê yên dewlet û desthilatdariyê, têkoşîneke xurt û xeteke siyasî ya bi biryar e.

Hevşaredarên HDP'î ji bo nirxandina êrişên li ser HDP'ê li ser înternetê civînek li dar xistin.

Di destpêka civînê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar axivîn.

Bûldan pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê yên beriya mehekê bi bîr xist û got, "Peyameke girîng ji hikumetê re hate dayin."

BÛLDAN: PLANÊN ME YÊN A, B, C HENE

Bûldan bal kişand ser rewşa li girtîgehan û got, "Daxwazên hevalên me yên ketine greva birçîbûnê zelal e. Ne ew daxwazin ku neyên bicihanîn. Eger bê xwestin û li gorî hiqûqê nêzîkatî bê nîşandan, hingî wê daxwaz bi cih bêne anîn. Pirsgirêk ew e ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevnagere. Meseleya tecrîda li Îmraliyê ye, neheqiya li kurdan e, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan e."

Bûldan doza ku ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê îdîanameyeke bi vî rengî careke din qet nekeve rojeva Tirkiyeyê.

Bûldan got, "Em HDP, amadekariyên xwe hemû li ser rojeva girtinê nakin. Em bi planên xwe yên A, B, C dewam dikin. Dixwazim vê yekê jî parve bikim. Em komîsyoneke gelekî xurt a hiqûqê ava dikin. Ev komîsyona hiqûqê ne tenê têkildarî doza girtinê ye."

Bûldan pirsgirêka qeyûm jî nirxand û got, "Lê belê hûn hem hevşaredarên gelê me ne hem jî yên şaredariyên me ne. Gelekî girîng e ku heta hilbijartina bê weke hevşaredar di nava gel de bimînin û kedê bidin. Bêguman ji bo teşhîrkirina qeyûman jî erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê we."

SANCAR: PÊVAJOYA TÊKBIRINÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛYE

Mîthat Sancar jî got, "Pêvajoya heyî weke 'meşandina plana berê bi gavên nû' pênase kir" û anî ziman ku pêvajoya tasfiyekirin û têkbirinê derbasî qonaxeke nû hatiye kirin.

Sancar diyar kir ku rejîma qeyûmweke amûrek ji plana teslîmgirtina gelê Kurd hatiye bikaranîn û got, "Gelê Kurd bi taybetî li Rojhilata navîn û Sûriyeyê, li parçeyên din ên Kurdistanê weke aktorên herî girîng bilind bûye. Ev yek rejîmê û hin hêzan ditirsîne. Bi kurtasî polîtîkayên li Tirkiyeyê tê meşandin ji polîtîkaya giştî ya li dijî Kurdan cuda nîne."

Sancar diyar kir ku doza girtinê jî divê bi vê çarçoveyê bê nirxandin û got, "Planeke gelekî berfireh a tasfiyeyê heye. Armanca vê plana tasfiyeyê tunekirina gelê Kurd û nûnerên wê yên siyasî ye."

'YEKANE RÊ, TÊKOŞÎNEKE XURT E'

Sancar diyar kir ku HDP ne partiyeke ku bi hêsanî hatiye avakirin û işaret bi girîngiya têkoşîna bi bandor a li dijî doza girtinê kir. Sancar anî ziman ku desthilatdarî wê rêyên cuda biceribîne û got, "Yekane rê heye ku pêşî li plana tasfiyeyê ya desthilatdarî û dewletê bigire. Ew jî têkoşîneke xurt û xeta siyasî ya bi biryar e. Eger em vê bikin bêguman em ê doza girtinê jî pûç bikin."