Rûsên ku temên wan di navbeyna 16-60'î de nikarin biçin Ukraynayê

Serwîsên bacê yên Ukraynayê ragihand ku ew ê êdî destûrê nedin ku mêrên Rûs ên ku temenê wan di navbeyna 16-60'î de ne, werin welêt.

Şefê serwîsa Gumrikê Petro Tsîguîkal di civînekê de got, ''Di serî de welatiyên Federasyona Rûsyayê hatine biyaniyan a li nav welêt hatiye sînordarkirin. Êdî welatiyên mêr ên Federasyona Rûsyayê ku temenê wan di navbeyna 16-60'î de ne wê nikaribin derbas bibin''.

Serokkomarê Ukraynayê Petro Poroşenko jî di heman civînê de axivî û got, di rêziknameyan de bi rengekî vekirî tê gotin êdî ji bilî sedemên mirovî ev sînordarî wê domdar be.

Berdevka Wezareta Karê Derve Marîa Zaharovva ev biryar şermezar kir û got, ''reftareke hovane'' ye.

Zaharova got dewleta Ukrayna bi temamî ''ne xwedî hikm''e û got Rûsya li dijî vê wê tevdîran nestîne.

Piştî ku Yekşemê leşkerên Rûs destwerdan li keştiyên Ukraynayê kirin, li tengeva Kerçê, rageşiya di navbbeyna du welatan de zêde bû. Hêzên Rûs bi hinceta ku derqanûnî ketine nav sînorên deryayî 3 keştî desteser kiribûn û murettaba wan destgîr kiribûn. Rêveberiya Kîevê hema di pey vê re yasaya rêveberiya jidiyayî li ser herêmên nazik ragihand.