ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Arîfe Bekir a bi pirtûka bi navê ''Efrîn: Ji Bihiştê ber bi Dojehê ev' zilma gelê Kurd a li Efrînê ya dema rejîma BAAS, guherîna li Efrînê ya bi Rêveberiya Xweser ve û rewşa bajêr a bi dagirkeriya Tirk re vedibêje.

Pirtûka bi navê 'Hûn Dizanin Çi Dixwzin' ku piştî xebata komeke dîtor a femîst a li Rojava ya bi navê ''Gemeinsam Kämpfen-Têkoşîna Hevpar'' derketî, vê mehê li Swîsretê wê were nasandin.

Hevserokê Komeleya DFG’ê Serdar Altan anî ziman ku li Tirkiyeyê karê rojnamevaniyê weke sûc tê dîtin û got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze weke saziyên girêdayî xwe hemû çapemeniyê bi xwe ve girê bide. Ji bo ku nikare vê pêk bîne zilim û zextên li ser çapemeniya azad zêde dibin.”