ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên serek ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Çalakiya nobedê, ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 463'an de bi komek ji bajarê Duisburg ê Elmanyayê dewam dike.

Ji bo pêşnûmeya 'Piştevaniya Rojava' ya li kongreya SPD'ê bê qebûlkirin, Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Ewropayê (KON-MED) bang li delegeyan kir.

Parlamenterê çepgir ê Fransayî Eric Coquerel, ji bo di mijara HDP'ê de zext li Tirkiyeyê bê kirin pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve ya Fransayê kir.

Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo hêzên xwe yên li nava welêt vekişîne hevkariyê bike.

Li eyaleta Komancari ya li rojhilatê Burkina Fasoyê komên cîhadîst êriş birin ser cihwarekî. Hate ragihandin ku di encamê de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane.

Misir wê ji Fransayê 30 balafirên şer ên bi tîpa Rafale bikire.

Gelek saziyên mafên mirovan li Neteweyên Yekbûyî gilî kirin ku li Fransayê mafên koçberên zarok bi rengekî giran û bi rêk û pêk têne binpêkirin.

Li gorî lêkolîneke dawî ya ku li kovara Nature Climate Change hate weşandin, Daristanên Amazonê ku weke 'Cîgerê cîhanê' têne pênasekirin, êdî ji texmînan bêhtir karbondîoksîtê berdide nava atmosferê.