ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat daxuyaniya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nirxand ku xwestibû tecrîd bê bidawîkirin û got, gelê Kurd li şûna gotinan êdî gaveke şênber dixwaze.
- Rêveberên HDP'ê yên navçeya Esenyûrtê Hîcran Yildiz û Mûhammed Baran gotin, polîsan sîxurî li wan ferz kirine.
- Dewleta Tirk ku ji bo Kurdan bêstatu bihêle hewl dide Şoreşa Rojava bifetisîne, ji aliyê hêzên navneteweyî ve yên ku ji modela demokratîk a li vê derê aciz in, bi 'xweşbînî' tê pêşwazîkirin.
- Mamosteyên govend, muzîk û şanoya Kurdî diyar kirin ku piştî çirûska 19’ê Tîrmehê karên li ser muzîk, şano û govenda Kurdî gihişt asta herî bilind.
- Abdulxaliq bang li partiyên Kurdistanî kir ku di vê dema girîng de neheqiyê li civaka xwe nekin, destê xwe bidin hev; hem bibin yek hem jî xizmetê ji gelê xwe re bikin.