ROJEVA 27’Ê TÎRMEHA 2022’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê…

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK’ê û geşedanên pê ve girêdayî wê bên şopandin.

-Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan bal kişand ser vî tiştî ku roj bi roj li girtîgehan mafên mirovan tên binpêkirin.

-Şervanên enternasyonal ên YPJ’yî peyameke bi vîdeo weşandin û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Di vîdeoyê de hate xwestinku bila herêma hewayî were qedexekirin.

-Serokê Rêxistina Cotyarên Kurdistanê Faris Hisên: Pêwîst e Herêma Kurdistanê derfetê tomarkirina giliyê ya li Neteweyên Yekbûyî veguherîne vê yekê ku ji êrîşên Tirkiyê re sînorekî diyar bike.

-Berpirsê Tûgaya Laleş a Şengalê Xal Elî behsa bîranînên xwe dema fermana sala 2014’an kir û got yên ferman plan kirine hedefa wan qirkirina civaka Êzidî bû.