ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Tengaviya li nava sosyalîzma zanistî û Komploya Gladiyoya Mezin a 1998'an, PKK neçar hişt ku guhertineke bingehîn bike. - Abdullah Ocalan
- Ji Fermandarên QSD'ê yê Girê Spî Baz Cindirês diyar kir ku QSD û gel wê bi hev re xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û got, dewleta Tirk ji bo têkçûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre êrişî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike.
- Ji beşdarên çalakiya 'Keştiya Azadiyê' doktorê beşa lezgîn Josef Karl Heinrich Savary ê Swîsreyî destnîşan kir ku di çareseriya 'Pirsgirêka Tirk' de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare bi rola diyarker rabe.
- Nivîskar û dîroknas Ebdulseta Cebarî anî ziman, ku xeyalên Osmaniya nû yên Serokkomarê Tirk Erdogan, welat ber bi têkçûnê ve biriye û got, "Erdogan li nava çiraveke siyasî ya giran çikiya ye."
- Dersim a ku bi bedewiya xwe ya xwezayî û dîrokî navdar e, bi rengê kesk, sor û zer xemilî.