ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Parêzer Rezan Sarica anî ziman ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne hiqûqa navxweyî ne jî peymanên navneteweyî bi cih têne anîn û got, li ser Tirkiyeyê ti pêkanîn nayê ferzkirin.

Pisporê hiqûqa ceza û navneteweyî parêzer Jan Fermon anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê kiryareke îllegal e û got, "Tirkiye red bike jî Abdullah Ocalan dîlgirtiyekî şer e. Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî dikare dest li rewşa Ocalan werbide."

Hevserokê TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat got, "Tecrîd pirsgirêka herî giran a li vê herêmê ye. Rakirina vê pirsgirêkê di destê me de ye. Bidawîkirina tecrîdê bidawîkirina faşîzmê ye."

Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinê ya Rosa Fîlîz Kaygû got, ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê ya dewletê, bûyerên kuştina jinan zêde bûne.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku têkoşîna li dijî mêr hunerek e.