ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, “Rêber Apo û PKK’ê çi gotine, di pratîkê de ew tişt kirine. Ew ne tenê li ser retorîk an jî tenê pratîkê bûn. Gotin û tevgera wan eyek e. Ev diyalektîk di asteke bilind de xist meriyetê.”

-Derhênera Îtalî Benedetta Argentieri diyar kir nakokiyeke mezin e ku dirûşma "Jin jiyan azadî" bi Abdullah Ocalan re nayê dîtin û got, "Ji ber vê yekê divê her kesê ku doza jiyana azad dike, tiştên li Îmraliyê û li çiyayên Kurdistanê diqewimin, bîne bîra xwe.”

- Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku teqîna li Stenbol-Taksîmê senaryoya lîstika li dijî Kurdan e, diyar kir ku têkiliya kesê hatiye girtin bi komên weke OSO’yê re heye.

- Bi kesayetên azad ên ku Rêber Apo afirandine, wê sibe, siberoja me û jiyana me were rizgarkirin. Bi taybetî jî wê bi pêşengiya jina azad, azadî bi ser bikeve. Divê civak û mirovahî bi hişmendiyeke hevpar li xeta azadiya Rêber Apo xwedî derkeve.

- Girê Zernakî yê 3 hezar salî ku li Ercîşa Wanê tê kolandin, di bin navê restorasyonê de tê xerakirin û talankirin.