Rewşa tenduristiyê ya Karataş bêhtir nebaş dibe

Girtiyê nexweş Kazim Karataş ê 59 salî, ku nêzî 30 sal in girtî ye, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş dibe.

Keça girtiyê bi nexweşiya giran Kazim Karataş, Gulîstan Karataş diyar kir ku ji bo berdana bavê xwe wan gelek caran serlêdan kirine, lê belê her carê bersiveke neyînî ji wan re hatiye dayin û bal kişand ser metirsiya li ser jiyana bavê wê.

Karataş ê ku li Girtîgeha bi Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê tê hiştin, sala 1991'ê ji 'endametiya rêxistinê' cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn. Karataş li Îzmîr, Aydin, Dîlok, Karabuk, Riha Hîlwanê li gelek girtîgehan hate sirgûnikrin. Karataş bi nexweşiyên dil, şekir, tansiyon, pişt û stu ye.

Gulîstan Karataş bi bîr xist ku gavê wê du caran bi nexweşiya xwînbûna mîdeyê ketiye, gelek caran anjiyo bûye, Çileya 2016'an li Nexweşxaneya Bajêr a Karabukê ji dil emeliyat bûye.

Gulîstan Karataş anî ziman ku bavê wê berî û piştî emeliyatê lingên wî kelepçekirî bû û got, "Emeliyat gelekî giran bû."

Karataş ragihand ku parêzeran gelek caran ji bo berdanê serlêdan kirin, lê her carê hate redkirin û got, "Em bi fikar in ku pirsgirêkên jiyanî derkevin pêşiya wî. Em ji ber metirsiya li ser jiyana wî bi fikar in. Her wiha mîna li her girtîgehê li girtîgeha ku bavê min lê dimîne jî zext û zordarî di asta herî bilind de ne. Stratejiyek ji bo tepisandinê, bêzarkirinê tê meşandin. Mînak; ev pênc car in ku kargoyekê dişînim, lê her carê tê vegerandin."

'EM Ê TI CARÎ PAŞVE GAVÊ NEAVÊJIN'

Gulîstan Karataş destnîşan kir ku ev kiryar bi temamî nehiqûqî ye û got, "Li cihekî ku edalet û wekhevî nîne, manîdar e ku qala maf tê kirin. Ya rast, niha hiqûq tenê bi nav maye, di rastiyê de tiştek nemaye. Li me tê ferzkirin ku em dest ji edalet, hiqûq û wekheviyê berdin, lê em dest jê bernadin. Ji bo bicihanîna edalet û wekheviyê em ê ti carî ji têkoşînê venegerin."