Rewşa girtiyên nexweş Kalay, Yagmekan û Aykaç girane

Saziyan diyar kirin ku rewşa girtiyên nexweş Abdullah Kaya, Firat Yagmekan û Metin Aykaç giran e û gotin, “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Stenbolê di 534’emîn çalakiya “Rûniştina F” de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakî li ber avahiya komeleyê hat lidarxistin.

Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin li ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Abdullah Kalay ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2’an a Kandirayê ya Kocaeliyê.

Malbata wî ya di nava fikaran de dijî, ji bo Kalay beriya mirinê bê berdan û tedawiya xwe li derve bidomîne ji rayedaran alîkariyê dixwaze.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê Ferît Barût ve hat dayîn.

Kalayê ku li rex nexweşiya xwe ya Wernîcke-Korsakoffê bi nexweşiya lewazbûna dil, windakirin bihîstinê, di pêyan de av kombûyîn, hemoroît û prostat e, di şertên girtîgehê de jiyana wî di xeteriyeke giran de ye

Barût wiha got: “Kalay bi mudaxileyeke lezgîn cardin ji mirinê filitî. Pêkanîna Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Koceliyê û Şiqê Zanista Sereke ya Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Lêkolînê 4 caran ji bo Kalay rapora “Nikare li nexweşxaneyê bimîne” da. Tevî vê yekê Desteya Taybet a 3’emîn ya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê van raporan qebûl nekir û berdana wî asteng kirin.

Barût zanînên ku malbata Kalay di derbarê Kalay de ragihandiye wiha anî ziman: “Kalayê ku di nefes girtin û rabûnê de zehmetî dikişîne di sala 2022’an de rakirin nexweşxaneya Pêkanînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Koceliyê. Piştî mudaxileya lêzgîn cardin wî şandin Tiba Edlî. Şiqê Zanista Sereke ya Tiba Edlî ji bo rapora Kalay, di 7’ê Tirmehê de ji bo kişandina EKO’yê di 30’ê Îlonê de jî ji bo Sîntîgrafî randevû da. Malbata wî ya di nava fikarê de ye ji bo ku Kalay beriya mirinê bê berdan û tedawiya xwe li derve bidomîne rayedaran alîkarî xwest.”

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 255’an de li pêşiya Sumerbank a berê ya li Konakê daxuyanî da. ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişande ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan ku cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û 14 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û da zanîn ku gelek nexweşiyên kronîk ên Yagmekan hene. Bi domdarî Çîçek ev agahî parve kirin: “Di ranên çepê û rastê yên Yagmekan de fitqa ran hene. Anjiyo bûye û du caran jî ji pozê xwe emeliyet bûye. Guhê wî yê çepê ji sedî 45 nabihîze û nexweşiyekî wî yê ku xwe dubare dike heye. Her wiha nexweşê zerikê û nexweşiyên wî yê enfeksiyonel hene. Kezeba wî di asteke zêde de dohn girtiye. Ev 13 sal in dermanan bi kar tîne, lê di rewşa wî de guherînek çênebûye.”

Bi domdarî Çîçek anî ziman ku Yagmekan di heman demê de nexweşê tansiyona bilinde û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gel ku dermanên xwe bi rêk û pêk bi kar tîne jî rewşa wî ya tansiyonê baş nabe û ev yek jî rewşa wî girantir dike. Nexweşiyên weke astim û bêhntengiyê pê re hene. Ji ber ku cihê lê dijî bi nem e, alava bêhnvekirinê bi kar tîne lê nexweşiya wî didome. Nexweşê mîgrenê ye û hewayê sar û qelebalixa zêde rê li ber serêşiyê vedike. Nexweşê hemeroîdê ye, demekî dirêj xwîn jê tê, êşên giran dikêşe. Li gel ku dermanên xwe bi kar tîne jî di rewşa wî de guherînek tune ye.”

Piştre jî dayika Yagmekan, Sûltan Yagmekan axivî û ev tişt anî ziman: “Zarokên me nexweşin û nayên dermankirin. Mafên wan tên binpêkirin. Heke nekarin li zarokên me binêrin, bila berdin da ku em wan derman bikin. Em rojekî li pêşiya baroyê û rojekî jî li pêşiya Girtîgeha Kiriklarê nobetê digirin. Em tenê edaletê dixwazin. Mafê zarokên me jî heye ku weke mirovan bijîn.”

 

ENQERE

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 406’emîn a çalakiya xwe de bal kişande ser rewşa girtiyê nexweş Methî Aykaç ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin. Daxuyanî li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate dayîn û pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş werin berdan” hatibû daliqandin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û da zanîn ku kîstê li ser aliyê çepê yê mejiyê girtiyê nexweş Aykaç, xetereyeke mezin li ser jiyana wî çêdike.

Çevîrmen, anî ziman ku girtiyê nexweş Aykaç di gurçika wî ya rastê de jî kêmasiyek heye û pirsgirêka bêhnê heye û got, “Her wiha pirsgirêka guhên wî ya kêmbûna bihîstinê jî didome.”

Herî dawî Çevîrmen ev agahî pave kirin: “Divê girtiyên nexweş bişînin bajarên ku nexweşxaneyên wan ên baş hene. Nexwe xetereyeke mezin li ser jiyana wan çêdibe. Her wiha Aykaç li cihekî ji malbata wî dûr tê ragirtin. Dixwaze bê sewqkirin. Ji ber nexweşiyên giran divê Aykaç her tim bê tedawîkirin. Lê belê ji ber ku nexweşxaneyên baş dûr in, ev derfet ji holê radibe. Lewma divê di zûtirin demê de bişînin girtîgehekî nêzî malbata wî û nexweşxaneyên baş lê hene. Her wiha em dixwazin ku ji bo girtiyê nexweş rapora şandeyê bê dayîn û pêkanîna cezayê wî bê taloqkirin.”