Qetlîama 10 Cotmehê, taloqî 6’ê Sibatê hat kirin

Rûniştina Doza Qetlîama Enqereyê ku 10’ê Cotmehê pêk hat, taloqî 6’ê Sibata 2017’an hat kirin.

Di rûniştina dozê de ku îro pêk hat, bersûcan Abdulhamît Boz, Abdulhamît Demîr û Burak Ormanoglu parastina xwe kirin. Her sê bersûcan jî têkiliya xwe ya bi qetlîamê re red kirin û bersiv nedan pirsên parêzerên mûştekîl.

Di dawiya rûniştinê de parêzer axivîn û bal kişandin ser rehetiya bersûcan, got ku ev rehetiya bersûcan bingeha xwe ji têkiliyan (bi dewletê re) digre.

Ozdogan destnîşan kir ku ev lêpirsîn gelek kêm û seranser bû û got; “Wisa biçe bersûc wê di nav 5-6 mehan de werin berdan.”

Ozdogan ragihand ku îro her kes dizane Dîlok bûye navenda DAIŞ’ê, bi rêya ÎHH û rêyên qeçax ve  çete bi rehetî diçin Sûriyeyê û tên û wiha dewam kir; “Bersûc piştî qetlîamê heya 15’ê Cotmehê, malên ku lê diman paqij  kirin, lê li hemberî van kiryaran ti tişt nehatin kirin.”

Ozdogan wiha berdewamî da axaftina xwe, “Em baş dizanin ev endamên rêxistineke kujer in û qetlîama 10’ê Cotmehê jî van kirine. Li gel vê pêwîst e ew wezîfedarên gelemperî ku li ser îxbara qetlîamê nesekinîne jî  werin darizandin.”

Parêzerên Mûştekî dan xuyakirin ku dozger qasî ku tê xwestin li ser doze lêkolîn nekiriye, pêwîst e telefonên ew kesên ku xwe teqandine ji hêla kesên pispor ve werin lêkolînkirin û qeydên telefonê yên 6 mehan  beriya  teqîna  10’ê Cotmehê jî werin mêzekirin.

Heyeta dadgehê xwesteka parêzeran qebûl kir û ji bo bersûcên ku îfadeya wan nehatine girtin bên guhdarkirin, rûniştina dozê taloqî 6-10’ê Sibata 2017’an kir.