Polîsên Tirk bi ser mala Îrmez a HDP’yî de girtin
Polîsên Tirk di seatên sibehê de bi ser mala Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez de girtin.
Polîsên Tirk di seatên sibehê de bi ser mala Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez de girtin.
Li Şirnexê qedexeya derketina kolanan berdewam dike û polîsên Tirk di seatên sibehê de bi ser mala Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez de girtin.
Hat diyarkirin ku gelek polîsan di mala Aycan Îrmez de lêkolîn kirine û cihê Aycan Îrmez pirsîne.
Her wiha polîsên Tirk bi ser du malên mirovên Îrmez de jî girtine û li vir kesê bi navê Beşîr Înan jî binçav kirine.