Polîsan xwest pankarta Peymana Stenbolê daxe, HDP'î bûn asteng

Polîsên Tirk xewestin ku pankarta ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ a li avahiya HDP’ê ya Osmaniyeyê ve hatibû daliqadin daxe, endamên partiyê rê nedan.

Meclîsa Jinan a Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê, ji bo balkişandina ser Peymana Stenbolê û şermerzarkirina vekişandina ji peymanê pankartên “Peymana Stenbolê dide jiyîn” , “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin” û bi Kurdî û Tirkî “Ji xizaniya jinan re na” bi avahiya HDP’ê ya Bajar a Osmaniyeyê ve kirin. 

Piştî daleqandina pankartan polîs hatin avahiya HDP’ê û bi van gotinan xwestin pankarta daxînin: “Van parkatan daxînin, biçin li avahiya xwe ya navçeyê daleqînin. Daleqandina li avahiya bajar qedexe ye lê li avahiya navçeyê ne qedexe ye. Heke hûn danexînin heta 2 saetan em ê daxînin.”

HDP’iyan pankartan danexistin û gotin ku polîs bi kêfî tevdigerin û li dijî vê kêfa polîsan wê pankartan danexînin.

Sekna polîsan a li ber avahiya HDP’ê didome