BI DÎMEN

Polîsan êrîşî Navenda Giştî ya HDP'ê kirin

Polîsan avêtin ser Navenda Giştî ya HDP'ê. HDP'yî li dijî polîsên Tirk ên faşîst li ber xwe didin.

Piştî binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamenterên HDP'ê, polîsên Tirk avêtin ser Navenda Giştî ya HDP'ê. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, Parlamenter Mîthat Sancar, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û kesên din ên li navenda partiyê ne, hatin binçavkirin.

Polîsan deriyên navendê şikandin û ketin hundirê avahiyê.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, parlamenter Mîthat Sancar û endamên Desteya Rêveberiya Navendî yên hingî li navendê di civînê de bûn hatinb inçavkirin.

Xebat û mirovên li dijî binçavkirinê çûn navendê, dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" diqîrin.

BIRYARA BINÇAVKIRINA PARLAMENTERÊN HDP'Ê

Wekîlên HDP'yî yên piştî serdegirtinê li malên xwe hatin binçavkirin ev in: Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn demîrtaş, parlamenterên Amedê Nûsel Aydogan, Ziya Pîr û Îdrîs Balûken, parlamenterên Şirnexê Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez û Ferhat Encu, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Geylan, parlamenterên Mêrdînê Gulser Yildirim û Mîthat Sancar, parlamenterê Êlihê M. Alî Aslan, parlamenterê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, parlamentera Stenbolê Pervîn Bûldan.