Înîsiyatifa Piştevaniya bi Girtiyan re bi şîara “Em ê nehêlin ku girtîgeh bibin malê mirinê“ li ber Operaya Sureyya ya li Kadikoyê xwest daxuyaniyê bidin çapmeniyê. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir û gelek kes hatin destgîrkirin.
Rexmê hemû astengiyan jî wêneyên girtiyên terkî mirinê hatin kirin hatin hildan û dest bi daxuyaniyê hate kirin. Divê kiliyê de polîsan êrîş endamên înîsiyatîfê kir. Li dijî êrîşê endamên înîsiyatîfê dirûşme berzkirin û êrîş şermezar kir. Di encama êrîşa polîsan de gelek kes hatin derbkirin û destgîrkirin.
Hate zanîn ku kesên hatin destgîrkirin birîne Midûryeta Polîsan a Vatanê.