Pasaporta wekîlê HDP'ê Encu hate desteserkirin

Dewleta Tirk derketina derveyî welat li Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu qedexe kir. Encu nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û got, "Ev yek nîşaneya çetebûyîna AKP'ê ye."

Li Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, derketina derve hat qedexekirin. Encu ku ji bo derkeve derveyî welat hat Balafirgeha Ataturk, pasaporta wî ya hat betalkirin ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

'AKP BÛYE ÇETE'

Encu li ser biryara Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Şirnexê axivî û diyar kir, ev biryar nîşan dide bê asta darbeya siyasî gihîştiye ku derê. Encu da xuyakirin, ku biryar ne hiqûqî ye û di vê dema ku xwe amade dike biçe derveyî welat, girtina vê biryarê nîşan dide ku hiqûq bi fermanê tê bi rê ve birin.

Encu got, "Ev yek nîşan dide bê AKP çawa bûye çete" û destnîşan kir, ew ê li ber faşîzma AKP'ê serî netewîne.