Panela li ser Leyla Guven: Raya giştî ya mûxalif çima bêdeng e?

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya mûxalif a li hemberî berxwedana Leyla Guven dan û got  “Çima nerazîbûn dibe tenê para Kurdan?”

Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê ji bo balkişandina rewşa parlementera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de, li şaxa komeleyê ya li Beyoglûyê panelek li dar xistin.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê Gulseren Yolerî û Endamê Desteya Rêveber ê Odeya Tabîban a Stenbolê Mûrat Ekmez di panelê de axivîn.

‘TECRÎD DIXWAZE ÊŞKENCE WERE RAKIRIN’

 Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê Gulseren Yolerî di destpêkirina panelê de axivî û got ku, “Leyla Guven 74 roj in di greva birçîbûnê de ye. Daxwazên wê gelekî zelal in. Ew dixwaze êşkence ango tecrîd were rakirin. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku ev daxwaz di civakê de cih bigire.”

NAHÊLIN KU KESÊN GIRTÎ WÎTAMÎNAN BISTÎNIN

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Zeynep Ceren Boztoprak jî got ku, “Em diçin serdana girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê. Heta niha li 30 girtîgehan me xwe gihand 236 kesan. Rêveberiyên girtîgehan wîtamîna B1 nadin girtiyan.”

REXNEYA LI MÛXALEFETÊ: HÛN ÇIMA BÊDENG IN?

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî got ku “Leyla Guven li hemberî polîtîkayên li Îmraliyê û li hemberî astengkirina hevdîtinên rêzdar Ocalan, çalakiyek da destpêkirin.Pirsek heye, gelo çima raya giştî ya mûxalif li hemberî van çalakiyan bêdeng in? Çima eleqeya ji bo grevên birçîbûnê yên Nûriye û Semîh ji bo ya Leyla Guven nayê nîşandan? Kesên ku dibêje ez mûxalif im, divê vê pirsê ji xwe bikin. Sedema vêya ne tirs e. Mirov ji bo Nûriye û Semîh daketin kolanan lê niha çima ji bo Leyla Guven danakevin kolanan? Roja ku me bersiva vê pirsê da, em ê yekîtiyên rast ava bikin.”

‘GELO ÇIMA TENÊ KURD DENG DERDIXIN?’

Keskîn diyar kir ku girtiyên din ên li Îmraliyê jî nikarin malbatên xwe bibînin û got ku, “Guven li hemberî vê bihiqûqtiyê vê çalakiyê dike. Wê diyar kir ku li hemberî van tiştan, mirin daye ber çavê xwe. Peywira me jî ev e ku em wê bidin jiyîn. Ji bo ku em karibin Guven bidin jiyîn divê bêhiqûqiya li Îmraliyê were rakirin. Ji bo vê jî divê em mûxalefeta civakî derxînin pêş. Gelo çima bi tenê Kurd nerazîbûnê nîşanî vî tiştî didin. Ez bersiva vê pirsê jî dihêlim ji raya giştî ya Tirkiyeyê re.”