OHD: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were

OHD’ê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giran bûye got: “Em li dijî tecrîda li ser rêzdar Ocalan in û azadiya wî ya fîzîkî dixwazin.”

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî jê nayê girtin, li Şaxa xwe ya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên OHD’ê yên Navenda Giştî, Şaxên OHD'ê yên Amedê, Îzmîr û Rihayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniyê yên Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re yên Med’ê (MED TUHAD-FED), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevberdevka Navenda Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul metna daxuyaniyê xwend.

Ergûl, destnîşan kir ku Tirkiye di dîroka Komara xwe de krîza herî civakî, siyasî, aborî û çandî dijî. Ergûl da zanîn ku dema ku hikumet hewl dide qeyrana piralî ya heyî li gorî krîzên cîhanî pênase bike û bi polîtîkayên Rewşa Awarte bitepisîne. Ergul wiha domand: “Bi krîza mirovî ya ku piştî erdhejê derket holê, rewabûna desthilatdariya siyasî ya ku bi temamî zemîna xwe ya hiqûqî winda kiriye, dîsa hejand. Li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê ku nîqaşa hiqûqê bi temamî hate rawestandin, tecrîdên ku li ser rêzdar Abdullah Ocalan û girtiyên din, veguherî rewşa bi nêzîkatiyên çareserî û neçareseriyê yên pirsgirêka Kurd ve girêdayî. Berdewamiya siyaseta bêçareseriyê di her serdemê de tecrîd û qeyran kûrtir kiriye. Serdemên ku li Îmraliyê rêyên hevdîtin û diyalogê yên bi Ocalan re hatin vekirin, serdemên ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê dihat nîqaşkirin, çanda demokrasiyê bilind dikir.”

Ergul, bilêv kir ku li aliyê din Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê rapora serdana xwe ya Gulana 2019’an tam piştî 15 mehan eşkere kir. Ergul da diyar kirin ku CPT’ê şert û mercên Girtîgeha Tîpa F a Giravê weke pêkanînên dijmirovahî pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “CPT’ê bang li desthilatdariya siyasî kir û bi bîr xist ku divê Ocalan bi cîhana derve re têkeve nava têkiliyê. Herî dawî CPT di serdana xwe ya li Tirkiyeyê ya di navbera 20-29’ê Îlona 2022’an de çû Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê, lê hêj rapora xwe eşkere nekiriye. Tevî hemû hewldan û serlêdanên me jî tam 2 sal in em nikarin ji rêzdar Abdullah Ocalan, rêzdar Hamîlî Yildirim, rêzdar Omer Hayrî Konar û rêzdar Veysî Aktaş agahiyan wergirin. Ji Abdullah Ocalan ku 24 sal in di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve ti agahî nayên girtin.”

Ergul, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê careke din dubare dikin ku em vê rewşê qebûl nakin û niha pê de jî qebûl nakin. Ev îtîrazên me ji bo betalkirina qanûn û pêkanînên îdame û cudaxwaz û tecrîda giran a li ser rêzdar Ocalan e. Divê cezayê heta heta yê li ser Ocalan were rakirin. Em daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan careke din tînin ziman.”