Parêzer Canan Uçar nûçeya di çapemeniya Tirk de ya weke 520 girtiyên li girtîgehên Kiriklar û Şakranê yên di çalakiya birçîbûnê de çalakî berdan derewand û ragihand ku muwekîlên wî yên di grevê de ku pêre hevdîtine pêkanîne gotin, “Ew çalakiya birçîbûnê bernadin. Ew dê vê binirxînin û sibe biryarekê bidin.”
Nûçeyên çapemeniya navend Tirk ku ragihandin 520 girtiyên li girtîgehên Kiriklar hêjmar 1 û 2 yên Tîpa F, Şakran hêjmar 2,3 û 4 yên Tîpa T û Girtîgeha Jinan ya Şakranê di çalakiya birçîbûnê de dest ji çalakiya xwe berdan asparagus derket. Di demjimêrên şev yên dereng de parêzer Canan Uçar bi girtiyên li girtîgeha Tîpa F ya hêjar 1 û 2 yên Kiriklarê hevdîtin pêkanî û got: “Min îşev bi muwekîlên xwe yên girtî û hikumxwarî yên girtîgeha Tîpa F ya hêjmar 1 û 2 yên Kiriklarê hevdîtin pêkanî. Min ji wan re nûçeyên derbarê dawî kirina çalakiya birçîbûnê bibîrxist. Lê belê wan ji min re got, ‘Em çalakiya birçîbûnê bidawî nakin. Em dê vê binirxînin. Em dê li bendê bin, em dê sibe pêvajoyê bişopînin û li gorî wê biryara xwe bidin’.” Uçar destnîşan kir ku, wî li girtîgehê qet tu erkdarên tenduristiyê û ambûlans nedîtine û wiha axivî: “Hûn dest ji erkdarên tenduristiyê berdin tenê yek ambûlans jî tune ye. Ji min pêve tu kes bi çalakvanên di grevê de hevdîtin pêk ne anî. Bi teqez ev nûçe direwin.”
Li aliyê din Parêzer Guneş Kirmizigul di demjimêr 23.30’an de çû bi girtiyên di Girtîgeha Şakranê yên di çalakiya birçîbûnê de hevdîtinê pêkbîne, da diyarkirin ku di derbarê nûçeyê de çi agahî di destê wan de tune ne, ew dê piştî daxuyaniya girtiyan agahiyê bidin.