Nobeta îro cîranê Alpay û Erdogan wergirtin
Cîranên Necmiye Alpay Nobeta Azadiyê ya ku li ber Girtîgeha Bakirkoy wergirtin û gotin ku heviyên wan hene ku cîranên xwe bibînin.
Cîranên Necmiye Alpay Nobeta Azadiyê ya ku li ber Girtîgeha Bakirkoy wergirtin û gotin ku heviyên wan hene ku cîranên xwe bibînin.
Nobeta Azadiyê ya 23’emîn a ku li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ji bo Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya, û Endamên Şêwiriyê yên Weşanan Nivîskar Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay hatibû destpêkirin, berdewam dike. Nobeda îro jî ciranên Alpay û Erdogan wergirtin.
Nameya Alganer jî bi navbeynkariya parêzeran ve ji Erdogan û Alpay re hate şandin.
Piştre li ser navê Tevgera Hezîranê û Meclîsa Kuçukçekmece û Bakilir Çetîn Nergîz axivî û got, em bi biryar in ku ji bo hemû girtiyan nobetê bigrin.
Nergîz ragihand ku Qesr /Serokkomar û MHP roj bi roj welat ber bi şerê navxweyî ve dibin. Nergîz bal kişand ser nobeta li ber Rojnameya Cûmhûriyetê tê girtin û wiha got; “Wekî li vir em ê nobeta xwe li wir jî berdewam bikin û em ê ti carî bi paş ve gavê navêjin.”