Nerazîbûna destpêkê ya HDP'ê: Wê helwesta me, pêvajoyê diyar bike

Berdevkê HDP'ê Bîlgen li ser binçavkirina hevserok û wekîlan got, "Nerazîbûn û helwesta demokratîk a li dijî vê were nîşandan, wê pêvajoya ji niha û pê ve diyar bike."

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, nerazîbûneke tund nîşanî binçavkirina hevserokên giştî û wekîlan da û bang li gel kir.

Bîlgen ji ANF'ê re axivî û got, "Careke din derket holê bê 15'ê Tîrmehê çima 'xêra xwedê' ye. Operasyona ku di nava şevekê de hat kirin, kes nikare bi 'dadgeriya serbixwe' rave bike. Ev yek weke operasyoneke siyasî dewama darbeyê ye."

Bîlgen bang li gel kir ku nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide û got, "Nerazîbûn û helwesta li dijî vê were nîşandan, wê pêvajoya ji niha û pê ve diyar bike."