Meclîsa Ciwanan a HDP'ê rapora 2020'an aşkere kir

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê rapora binpêkirinên mafan a sala 2020’an eşkere kir. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag a got ciwan li Tirkiyê di armanca polîtîkayên “şerê taybet” de ne û hikumet ji ber van polîtîkayan welat ber bi tariyê ve dibe.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rapora binpêkirinên mafan a sala 2020’an ku binçavkirin, girtin, revandin û lêferzkirinên sîxûriyê têde cih digirin li avahiya Rêxistina HDP’a Stenbolê bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û endamên Meclîsa Ciwanan beşdarî civînê bûn. 

Dersim Dag raporê eşkere kir û di bin navê bêkariya ciwanan de li Tirkiyê di sala 2020’an de ciwanên temenê wan di navbera 15-24’an de ne rêjeya wan gihîştiye ji sedî 24,3’yan û ev jî tê wateya ku li Tirkiyê ji her çar ciwanan, ciwanek bêkar e. 
 
Dag anî ziman ku ciwanên temenê wan di navbera 15-34’an de ne jî ji rêjeya wê li derdora ji sedî 40 e û bi giştî 961 hezar kesên di navbera van temenan de bêkar in û mezûnên zanîngehê jî di nav de ne. Dag got li gorî vê yekê nêzî 2 milyon ciwanên zanîngehê dixwînin bêkar in. 

Dag pêşniyazên li dijî van neheqiyan ango newekheviyê jî rêz kir û destnîşan kir ku divê ji tevahiya xwendekarên li welat re tablet werin kirîn û derfeta xwegihandina enternetê were temînkirin.

Dag anî ziman k udi serdema AKP’ê de 20 AKP’yî wek rektor tayînî zanîngehan hatine kirin. Dag bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û got: “Pêvajoya bêhiqûqî ya danîna qeyûmên li ser erdnîgariya Kurdistanê niha li tevahiya Tirkiyê belav bûye. Pergala qeyûman bûye pergala mexdûrkirina civakê. Bi danîna qeyûman gelek sazî û dezgehên ciwanan ên wek navendên çandê hatin girtin. Pişt re van navendan pêşkêşî weqf û cemaetên nêzî AKP’ê kirin. Xebat û projeyên ciwanan nîvco hatin hiştin.”
 
Dag destnîşan kir ku li Tirkiyê hejmara kesên di jiyana xwe de herî kêm carek, car carnan tiryakê bikar anîn û muptelayê tiryakê ne jî li derdora 6-7 milyon in. Dersim Dag anî ziman ku ev yek bi taybetî parçeyek polîtîkaya şerê taybet e. 
 
Dag bal kişand ser polîtîkayên êrişkarî yên li ser jinan ku di sala 2020’an de qewimîne jî û got 284 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Dag got 265 zarok bi îstîsmarkirinê re rûbirÛ mane û 26 zarok hatine kuştin. Dag diyar kir ku 255 jin bi awayên gumanbar hatine kuştin û 96 jin bi destidirêjiyê re jî rûbirû mane, 147 jin bi tacîzê re rûbirû mane û 792 jin jî bi tundiyê re rûbirû mane. Dag got di serdema îqtidara AKP’ê de kuştinên jinan bi awayek birêkûpêk zêde bûye û kiryar ango kujer ji aliyê dewletê û alîgirên desthilatê ve hatine parastin.