Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 18 meh in agahî nayê wergirtin. Mehmet Ocalan birayê Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, tevî Alî Konar biryarê Omer Hayrî Onar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ji bo karibin hevdîtinê bikin.

Malbatan heman serlêdan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî dan.

Parêzer hefteyê du caran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv têne hiştin. Carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adara 2021'ê karîbû bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive. Lê belê ev axaftin jî nîvco mabû.