Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji berxwedanê neqerin

Malbata Şenyaşar ji bo biryara 'veşartinê' ya têkilî êrîşa ku li nexweşxanê çû ser wan helwest nîşan da û peyama berxwedanê da.

Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurê wê bi êrîşa wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî hatin qetilkirin û ya kurê wê Ferît Şenyşar ev 45 roj in li ber avahiya edliyê ya Rihayê didome.

Malbata Şenyaşar sibehê hê zû li hundirê avahiya edliyê rûnişt û çalakiya nobetê da destpêkirin. Malbatê li ser hesabê medyaya dijîtal daxuyanî da, ji bo redk îtîraza duyan a li ji bo rakirina biryara 'veşartinê' ya li ser lêpirsîna têkilî êrîşa duyan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê nehate qebûlkirin helwest nîşan da.

Malbata Şenyaşar dîmenên lorîkên Emîne Şenyaşar a piştî biryara bi nîşeya, ''Beriya bi sê salan li Nexweşxaneya Pirsûsê sê mirovên me hatin qetilkirin. Me xwest ku li ser dosyayê biryara veşartinê were rakirin. Hiqûqa Xurtan hate danîn û daxwaza me nehate qebûlkirin. Niha dora Dadgeha Destûra Bingehîn e. Heta ku DAD bi cih were em ê li ber xwe bidin. Em ê ji vir neçin.''