Malbat Seven ji bo azadiya Ocalan 10 hezar îmze berhev kir

Malbat Seven ji bo azadiya Ocalan 10 hezar îmze berhev kir

Malbata Kurde a Seven ku li herêma Rennes a Franseyê dijî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deh hezar îmze berhev kir.

Înîsiyatîfa ji Ocalan re azadî, 6ê îlonê li Brukselê dest bi kampanyaya îmzeyan a “Ji Ocalan re Azadî” kirin. kampanya li seranserê Ewropyaê berdewam dike. Heta niha gelek herêmên Ewropayê bi deh hezaran îmze hatine berhevkirin.

Malbata Kurd a li herêma Rennes a Franseyê dijî, ji bo vê kampanyayê xebateke mînak kir.

Derwêş Seven, hevser û 2 kesên wê her rojên dawiya hefteyê li deverên cuda yên herêma Rennesê ji bo kampanyaya îmzeyan xebitî. Li navendên Nantes, Vannes, Lorient, St. Brieuc Saint Nazaire û Rennes stand vekirin û îmze berhev kirin.

Derwêş Seven da zanîn ku heta niha ew negihiştine hedefa ku wan ji bo kampanyayê danîbûn pêşiya xwe û got: “Em ê ji niha û pêve jî li herêma Rennesê tevî Kurdistaniyan lez bidin kampanyaya îmzeyan.” Derwêş Seven destnîşan kir ku divê her Kurdistanî ji bo vê kampanyayê bixebite û ji bo vê yekê bang li hemû Kurdistaniyan kir.ç

Di çarçoveya Şahiya Fete –Humainiter –Cejna Mirovahiyê de ya ku her sal li herêma Rennesê tê lidarxistin dê ji bo Kampanyaya ji Ocalan re Azadî îmze bêne berhevkirin. Şahî dê li bajarê Lanesterê bê lidarxistin û dê 3 rojan berdewam bike. Kurdistanî dê li vir stand daynin û belavok belav bikin.