Li Tarsûsê kesekî astengdar hat binçavkirin
Li Tarsûsê di serdegirtinên danê sibehê de Mehmet Emîn Okdem ê astengdar ji ber cezayê xwe yê teqez bûyî hat binçavkirin.
Li Tarsûsê di serdegirtinên danê sibehê de Mehmet Emîn Okdem ê astengdar ji ber cezayê xwe yê teqez bûyî hat binçavkirin.
Polîsan danê sibehê bi ser maleke li Taxa Tozkoparan a girêdayî navçeya Tarsûs a Mêrsînê de girtin.
Piştî lêgerînê, welatiyekî astengdar ê bi navê Mehmet Emîn Okdem hat binçavkirin.
Hate diyarkirin ku der heqê Okdem ê birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê de ji hêla 8. Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê cezayê 13 sal û 7 mehan hepsê hatiye birîn û ev ji hêla Dadgeha Bilind hatiye qebûlkirin.
Hat ragihandin ku wê Okdem ê rapora wî heye ku ji sedî 80 astengdar e piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê bê kirin, dûvre biryar li rûyê wî bê gotin û bişînin girtîgehê.