Li Strasboûrgê bi hezaran kes li dijî faşîzma AKP’ê meşiyan
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya faşîzma AKP/Qesrê, çalakiyek girseyî hat lidarxistin.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya faşîzma AKP/Qesrê, çalakiyek girseyî hat lidarxistin.
Meş û mîtînga ku îro ji saet 11.00’an û şûn de dest pê kir bi banga van saziyan hat lidarxistin; Partiya Sosyalîst a Fransa (PS), Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Partiya Keskan a Ewropa (EELV), Yekîtiya Komunîstên Ciwan (MJCF), Yekîtiya Komunîstên Alsace, Sendîkaya CGT, Komaleya Dostaniya Fransî-Kurdan, Tevgera Dostaniya Li Dijî Nîjadparêziyê (MRAP), Justice et Liberté û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Komaleya Jinê ya Zîn, DIDF, ASTU, Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Fransa (FUAF), ATÎK, Navenda Çanda Elewî.
Beriya çalakiyê daxuyaniya hevpar a saziyan hat xwendin, dûvre ber bi Place Kléberê ya li navenda bajêr meş hat lidarxistin. Di meşê de pankartên “Li dijî zextên li Tirkiyeyê piştevaniya navneteweyî”, “Li dijî zextkaran Strasboûrg li ser piyan e”, “Gelê Kurd statu dixwaze”, “Dest wekîlê-îradeya min nede” hatin vekirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wekîlên HDP’î hatin rakirin.
Baskê meşê ku dirûşmeyên “Qatil Erdogan”, “Bimre Faşîzm” berz kirin, li Place Kléber kom bû.
Li vir li ser navê saziyên ku piştgirî dane çalakiyê axaftin hatin kirin, hate destnîşankirin ku bi awayekî zelal li Tirkiyeyê dîktatorî heye. Di axaftinan de ku banga têkoşîna hevpar a li dijî faşîzma AKP’ê hat kirin, di serî de Fransa, daxwaz ji welatên Ewropayê hat kirin ku bi bayê lezê bikevin nav liv û tevgerê.