Li Şehbayê endamên MÎT’ê

Dewleta Tirk a di rêveberiya AKP’ê de, ji bilî têkîliyên xwe yên bi DAÎŞ, El Nûsra û Ehrar Şam, bi çeteyên ku yekser bi xwe bi rêxistin kirine û di nêv de kadroyên xwe bi cih kirine, li sehaya Sûriyeyê ne.

Em deşîfrekirina kadroyên hikûmeta AKP’ê ku di nav rêxistinên çete de bi cih kirine, berdewam dikin. Piraniya kadroyên di bin banê Sûltan Mûrad de ku bi taybet ji sîxurên MÎT’ê ne, li xeta Şehba û Efrînê tevdigerin.

Dema Berdevkê QSD’ê Telal Silo êrîşên dewleta Tirk a bi ser Şehbayê de dinirxandin, gotibû ku Sûltan Mûrad ji endamên MÎT’ê pêk tê, dewleta Tirk jî bi rêka Mahmût Kemo çekan dide çeteyan. Silo bi şahidiya xwe ev jî gotibûn; “Niha yên dibêjin komên Artêşa Sûriyeya Azad in, beriya niha ev herêm radestî DAÎŞ’ê kiribûn. Ji gundên bakurê Sûriyeyê û Ezazê xwe kişandin. Ez wê demê berpirsê Tûgaya Selçûkiyan bûm. Wê demê dê ji bo me 2 TIR çek û cebilxane ji Tirkiyeyê bihatana. Li Raî, mabeyna me û DAÎŞ’ê şerekî 6 rojan rû da. Me 6 rojan li ber xwe da. Yek ji van 2 TIR’an ku tijî cebilxane û çek bûn, di Raî re derbas bû. Ya din jî ji deriyê Cerablûsê bihurî. Yê ev teslîm wergirt jî Mahmûd Kemo bû ku wek Berpirsê Tûgaya Mehmet Fatîh Ebû Kemal dihat zanîn. Ev kes, ti destek neda navenda operasyona Raî. Ev çek ji bo me neşandin. Em bê çek û cebilxane man, DAÎŞ’ê êrîşên hê girantir bi ser me de anîn û Raî girtin. Bi vî şiklî jî DAÎŞ’ê bakurê Helebê bi temamî dagir kir. Ti hesab jî ji vî şexsî nehat xwestin. Di bin çavdêriya MÎT’ê de me civîn li dar xist. Di wê civînê de min xwest ku ev kesên bûne sedema ku DAÎŞ bakurê Helebê dagir bike û bi taybet jî Raî bikeve, bên darizandin. Lê, beşdarên civînê û MÎT’ê yek gotin jî nekirin. Ev kes jî nehat darizandin. Çek û cebilxane hê bi rêka wî dihatin şandin. Bi vî şêwazî çek, bi destê Mahmûd Kemo digihişt DAÎŞ’ê. Hê jî tên şandin. Niha ji hêla dewleta Tirk ev kes mîna nûnerên Tirkmenan tên nîşandan. Yetamên Tirkiyeyê ne. Niha di nav êrîşên dagirkeriyê de ku bi navê ‘Mertalê Firatê’ tên lidarxistin, hejmara Tirkmenan nagihêje 50 jî. Ev kes jî jixwe yekser girêdayî MÎT’ê dixebitin.”

YEK JI NAVÊN KÎLÎT: OSMAN SALIH

Kesên ku Telal Silo behsa wan dike niha jî cihê xwe di nav Sûltan Mûrad û çeteyên din de digrin. Êdî ne veşartî ye ku ji fermandarên Sûltan Mûrda Fehîm Îsa û Osman Salîh endamên MÎT’ê ne û mûçeyan werdigrin.

Osman Salih, ê di rêveberiya 1’emîn û 2’yemîn Komên Tirkmenan de cih digire ku li Latkiyê hat sazkirin, berpirsê vê çeteya Tirkî ye, tevahî kar li ser wî tê meşandin. Osman Salîh, beriya Cerablûs bê dagirkirin bi 6 mehan, derbasî Tirkiyeyê bibû. Li gundê Havar Kîlîsê û Karkamişê mabû, ji bo dagirkirina Cerablûsê amadekarî kiribûn. Piştî dagirkirina Cerablûsê jî ji hêla dewleta Tirk ve wek berpirsê deriyê Cerablûsê hat diyarkirin. Dema şerê mabeyna Feylak El Şam û Sûltan Mûrad de hatibû gotin ku miriye. Lê piştre hat fêmkirin ku nemiriye, bi birîndarî rakirine Tirkiyeyê û li wir tê dermankirin.

DI KOMÊ DE ALPARSLAN ÇELÎK JÎ HEYE

Ji Şaxa Ocaxên Ulku ya Elezîzê Alparslan Çelîk ku pîlotê Rûs ê ketî kuştibû, yek ji kesên ku li ser rêka MÎT’ê ya bi çeteyan re bû. Dema deşîfre bû ji sehayê xwe kişand û ket bin parastinê. Lê hê endamên din ên komê li ser wezîfeyê ne.

ZIMANÊ WÊNEYAN

Wêneyên nû, di nasnameyên endamên din de marîfetên îstîxbarata Tirk didin dest.

ENDAMÊ MÎT’Ê ÎBRAHÎM ÇÎLEK

Çîlek ê di nav komên 1. û 2. Tumenê de cih digirt ku li milê Latkiyê ji hêla Tirkiyeyê hatibûn sazkirin, piştî têkîliyên dewleta Tirk bi rêka Rûsyayê bi rejîma BAAS’ê re demkî sererast bûn, vegeriya Tirkiyeyê. Wê demê di nav Sûltan Mûrad de cih girt. Li nav Koma Sûltan Mûrad a Helebê ye.

BIRAKÊ ÇELÎK, YILDIZ

Ji wêneyan diyar e ku Nûrettîn Yildiz hevalekî nêz ê Alparslan Çelîk e. Bi Yildiz re li Latkiye Cebel Turkmenê di nav komên Tirkmen de cih girtine. Ew jî mîna Îbrahîm Çelîk, piştre derbasî Tirkiyeyê bûye. Di nav Sûltan Mûrad de cih girtiye. Bi dagirkirina dewleta Tirk a Cerablûsê, ji bo Sûltan Mûrad derbasî Cerablûsê bûye. Niha hê zêdetir li milên Raî, Ezaz û Exterînê tevdigere.

KÛRTÛLÛŞ JÎ JI CEBEL TURKMENÊ YE

Endamekî din ê MÎT’ê jî ku di nav Sûltan Mûrad de cih digre, Serkan Kûrtûlûş e. Serkan Kûrtûlûş jî mîna hevalên xwe li Cebel Turkmen maye. Piştre jî derbasî Tirkiyeyê bûye, ji vir jî tayînî Sûltan Mûrad hatiye kirin. Kûrtûlûş hê li xeta Cerablûs, Ezaz, Exterîn û Marê ye.

YEK JI ÇÊLIKÊN GURAN JÎ MÛRAT E

Mûrat Polat, kadroyekî MÎT’ê ye û endamên çeteyan e. Wek endamekî pispor ê îstîxbarata Tirkan di nav çeteyan de gelekî geriyaye. Ji Cebel Turkmenê heta Helebê li gelek deveran maye. Yek ji hevalên nêz ê Alparslan Çelîk e. Dema Çelîk ket bin parastinê, piştî rengê ‘hatiye girtin’ hinekî ji ser çû, li aktîvîteyan derket pêş. Niha ew jî tayînî Sûltan Mûradê hatiye kirin. Li gundên ji Cerablûsê heta Şehbayê di qirkirina Kurdan de wezîfedar e.

...