Li pişt şebekeyê emniyet û MÎT heye: Xefika ciwanên Kurd
Di çarçoveya plana valakirina Kurdistanê de ku parçeyek ji hilweşîn, qetlîam û şerê ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, ciwanên Kurd bi Ewropayê ve tên şandin. Şebekeya li pişt vê jî organîzasyona Emniyet û MÎT’ê ye.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 12 sermawezê 2016, 08:02
Her çiqasî çîroka koça Kurdan ji bo Ewropayê destpêka salên 1960’î tê nîşandan jî, koçên siyasî bi salên 1980’ê re xwe dan pêş. Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an ji ber sedemên polîtîk Kurdan berê xwe dan Ewropayê, piştî 10 salên din vê carê komên mezin herikîn. Bi derketina Têkoşîna Azadiya Kurd re dewleta Tirk salên 1990’î li Kurdistanê 4 hezar gund şewitandin û 17 hezar kes înfaz kirin, di çarçoveya planekê de Kurdistan vala kir, Kurd sirgûnî metropolên Ewropa û Tirkiyeyê kirin. Li ser vê bi sed hezaran Kurdî di serî de Elmanya, neçar man ku koçî welatên Ewropa bikin.
Polîtîkayên heman ên dewleta Tirk niha jî dewam dikin. Bi taybet piştî êrîşên li Bakurê Kurdistanê dest pê kirin, polîs û qeçaxkarên mirovan bi hevkariyekê dixwazin ciwanên Kurd ji Kurdistanê derbixin. Ev şebekeyên ku buroyên wan li Stenbolê ne, di bin navê şîrketên tûrîzmê û acentayên seyahatê de dixebitin. Bi hevkariya emniyetê ve karûbarên pasaport û vîzeyên ciwanên Kurd hal dikin, berê wan ji ser welatên mîna Awûstûrya, Sirbîstan, Çekoslovakya didin Ewropaya navîn. Bi vê rêbazê ve di salî dawî de bi hezaran ciwanan Kurd şandin Ewropayê.
Li gor statîstîkên meqamên Elman, tenê meha Tîrmehê, 4 hezar kesî ji bo penaberiyê ji Tirkiyeyê serlêdan kirine.
JI BO BI SERJIMÊRIYÊ BILÎZIN
Dewleta ku bi salan e bi rêka yekîneyên xwe yên taybet ve madeyên hişbir, fihûş û sîxurtiyê di nav ciwanên Kurd de belav dike, dema di vê rêbazê de têk çû, vê carê jî bajar û bajarokên Kurdan xirab kir û xwest wan ji warê wan bike. AKP a ku dixwaze demografiya Kurdistanê biguhere, ciwanên ku tevî hemû zextan jî bajarên xwe naterikîne vê carê bi rêka krîmînalîzekirinê hewl dide bişîne Ewropayê.
TACIRÊN MIROVAN BERDAN
Ji bo vê jî li gelek bajar, bajarok û gundên Kurdistanê tacirên mirovan bi rêxistin kir an jî derfet dan wan. Endamên şebekeyê yên ku navenda wan li Stenbolê ne, bi taybet têkîliyê bi ciwanên Kurd re datînin, ji wan re pêşniyara, “Eger hûn dixwazin biçin Ewropayê em dikarin we bişînin. Lê, ji bo vê 6-7 hezar Eûro lazim e” dikin. Yên qebûl dikin jî dişînin Stenbol û Enqereyê, li gel berpirsên esasî yên şebekeyê. Şebeke, ji bo ciwanên Kurd ên dixwazin biçin Ewropayê destpêkê pasaportek fermî derdixin. Piştre jî karên din dikin.
SÎSTEM ÇAWA DIXEBITE?
Ciwanên ku pasaporta wan a fermî tê derxistin, bi rêka hewa an jî bejahiyê ber bi Ewropayê ve tên şandin. Ji bo vê jî çend rêbaz tên bikaranîn:
*Destpêkê bi rêkên bejahî û hewayî dişînin welatên mîna Arnavûtlûk, Bosna-Hersek, Karadag, Kosova, Makedonya, Moldovya, Sirbîstan ên bêyî vîze têketinên wan hene. Piştre jî ji ser Macarîstan-Awûstûrya vediguhezînin Elmanya û Swîsreyê.
*Vîzeyên mîna karmend, hunermend û xwendekar tên girtin, dişînin welatên mîna Awûstûrya, Çekoslovakya.
*Ji bo welatên Ewropa yên bê vîze nagirin jî rêbazek din dikeve dewrê. Ji bo vê pasaportên sexte tên derxistin. Li ser navê karmendekî, xwendekarekî an jî hunermendekî ev vîze tê girtin an jî çêkirin. Ji bilî vê jî an rêka bejahî an jî TIR tên bikaranîn.
ENDAMÊN VÊ ŞEBEKEYÊ KÎ NE?
Yek ji lîderên şebekeyê yê li Stenbolê Kenan Dûrmûş e. Tevahî navnîşan, diçe gel vî navî. Dûrmûş, xwe wek Stenbolî dide danasîn. Têkîliyên ku bi emniyet, sefîrxaneya Tirk a li Ewropayê, xebatkarên sefaretxaneyê û rayedarên dewletê re daniye jî gelekî berfireh in. Dema mirov li qada wî ya bandorkirinê dinêre, dikare bê gotin ku ji MÎT’ê re dixebite. Kesê ku karên mabeyna Kenan Dûrmûş û yên dixwazin biçin Ewropa de dimeşîne jî Engîn e.
Lîderekî din ê şebekeyê jî Ragip Çorakçi ye. Ew jî li Enqereyê bi cih bûye. Karên ciwanên Kurd ên ji bajarên mîna Riha, Dîlok, Şirnexê tên şandin dike.
Reîsekî din ê şebekeyê jî ku karên li Stenbolê dike, ji gundê Bafê yê girêdayî navçeya Hezexa Şirnexê Abdûrrahman Norman e. Norman ê dem bi dem diçe Elmanyayê û tê, hê zêdetir ciwanên ji Mêrdîn, Şirnex û Hezexê dişîne Ewropayê.
Şefekî din ê şebekeyê yê bi navê Seyîd Nîzam jî li ser nifûsa Mêrdîn/Midyadê qeydkirî ye, li Kanaryaya Stenbolê dimîne. Ciwanên ji Amed, Cizîr, Mêrdîn, Midyad û Nisêbînê tîne Ewropayê.
Birayên Ferman û Necmettîn Gultekîn jî ji bo şebekeyên Şirnex-Hezexê navbeynkariyê dikin. Ferman li Hezexê, Necmettîn Gultekîn jî li Luksembûrgê rûdinên. Necmettîn bi karên şebekeyê yên li Ewropayê re mijûl dibe.
Mehmet Dogan jî ji gundê Bafê yê navçeya Hezex a Şirnexê ye. Li vir ajokarê mînîbusê ye. Ji bo serê her kesekî ku wê ji şebekeyan re bê şandin jî komîsyonê digre.
HETA 7 HEZAR EÛROYÎ
Şebekeyên ku qeçaxiya mirovan dikin, li bajarên mîna Stenbol û Enqereyê bi awayekî eşkere dixebitin. Ev şebekeyên ku bi hevkariya emniyet, sefaretxaneyên welêt dixebitin, bi 7 hezar Eûroyî ciwanan dişînin welatên cuda yên Ewropayê. Ev şexsên ku bi salan e nimreyên xwe yên telefonê jî naguherin, li buroyên xwe yên mîna li bajarê Stenbolê ava kirine, van karan didin meşandin.
GELEKÎ JÎ REHET IN
Nûçegîhanê me bi rêka ciwanên ku ji ser qenalên van şebekeyan hatine Ewropayê telefon dike, xwe mîna penaberekî ku dixwaze biçe Ewropayê dide nasîn. Şexsên bi navê Ragip Çorakçi û Engîn Kara xwe didin nasîn jî li rexê din ê telefonê bi hêsanî dibêjin, “Bi bedela 6 hezar û 500 Eûroyî em dikarin we bişînin her welatekî Ewropayê” û dawetî buroyên xwe dikin.
ÇORAKÇI: GARANTIYA ME HEYE
Ragip Çorakçi yê bi telefonê re daxive xwe ji Aksarayê dide nasîn. Çorakçi dibêje ku van karan li Enqereyê dide meşandin û wiha dewam dike; “Eger garantiya me nîn be em van karan nakin. Niha li Stenbolê me, beriya niha min hin kes şandin. Dema karê me qediya em pereyên xwe digrin. Em karê kesê ku diçe dişopînin, vîzeya wan digrin û dişînin. Ji bo welatên mîna Elmanya, Awûstûrya yekser dişînin. Pereyê em dixwazin 6 hezar û 500 Eûro ye. Nêzî 4 hefteyan em van karan giştî hal dikin. Min ji dora Riha û Dîlokê gelek kes şandin. Dikarin pirsa min ji wan bikin.”
LI STENBOLÊ 4 BUROYÊN WAN HENE
Engîn Kara yê dibêje ‘ji Kastamonû me’ jî diyar dike ku li gor pereyê ku bistînin dixebitin û wiha dewam dike; “Em ê karibin bibin alîkar, pirsgirêk nîne. Destpêkê em dibin Ewropaya Navîn; ji wir jî derbasî Awûstûrya, Macarîstan û Çekoslovakya dikin. Piştre jî ji xetên hundirîn kû derê dixwazin em dişînin wir. Dema çûyinê jî ji me yek li rex rûdinê. Tevahî karûbaran dike, li balafirê siwar dike. Ji bo her kesekî 6 hezar û 500 Eûroyî digrin.”
Engîn Kara yê îdîa dike ku berê bi Kenan Dûrmûş re xebitî ye, têkîldarî rêbazên xwe yên xebitînê jî van dibêje; “Cihê min li Taksîmê ye. Li wir 4 ofîsên me hene, bi giştî 13 kes dixebitin. Zêde dixebitim. Şîrketa me ya bi navê AVG Tûr ango Anadolû Gençlîk heye. Li gel vê em bi karên tûrîzmê re mijûl dibin. Saziyên me yên bi awayekî fermî dixebitin jî hene.”
JI HEZEXÊ BI SEDAN CIWAN
Abdûrrahman Norman ê ji gundê Bafê ya Hezexê jî van karên li Kurdistanê dike. Norman ê li Stenbolê dijî, heta niha bi sedan ciwanên ji Hezex û herêmê şandine Elmanyayê. Di hevdîtina me ya telefonê de Abdûrrahman Norman dibêje serê kesî 6 hezar Eûroyî digre û wiha dibêje: “Ez tenê dibim Elmanyayê. Bi balafir û wesayîtan dişînim. Di nav Elmanyayê de 50-60 kîlometreyan tînim nav welêt û datînim. Nabim ti welatekî din. Zilamên min hene. Ew tînin. Bi salan e vî karî dikim. Ji balafirgehê heta gelek cihên din jixwe em pereyan didin û derdixin. Lewre jî pirsgirêk dernakevin.”
Li ser pirsa me ya “Hûn çi karî dikin?” jî Norman dibêje, “Tenê vî karî dikim.”
BÊ SÎGORTA BÛ, SCHENGEN BÛ BI VÎZE
Yek ji ew kesên ku bi van rêbazan tînin Ewropayê jî H.A yê 22 salî ye ku ji Sîweregê ye. Dema li Stenbolê li karên cur bi cur bê sîgorta dixebite qeçaxkarên mirovan dinase. H. A, çîroka xwe ya nasîna qeçaxkaran û hatina xwe ya Elmanyayê wisa vedibêje; “Dema em li Stenbolê bûn, me şebekeyek dît û kar dan destpêkirin. Piştî meh û nîvekê karê me yên vîzeyê qediyan, em kesê bi navê Engîn re ji Balafirgeha Sabîha Gokçen a li Stenbolê li balafirê siwar hatin û çûn Viyanayê. Li Viyanayê jî biletên me yên Elmanyayê kirîn, em jî hatin û ew jî ji Viyanayê vegeriya Tirkiyeyê.” H.A radigihîne ku buroyên Kenan Dûrmûş li Stenbolê hene û bi awayekî eşkere dixebite, wiha dewam dike; “Li Cadeya Îstîklal a Beyoglûyê buroya wî heye. Kesên ku diçin vê buroyê û li hev dikin dişîne Ewropayê. Piştî we li hev kir, bi zilamên wî re diçî Midûriyetên Emniyetê, şopên tilî, wêne û hin ewraqan didî, pasaportê derdixî. Piştî vê ya ew karên vîzeyê hal dikin an jî bi rêvebirina wan tu diçî serî li sefaretxaneyan didî. Zilamên wan heta cihekî bi te re tên, piştre jî tu bi xwe diçî. Lihevkirî dixebitin. Mînak, rojekê kesê bi navê Kenan bi hevalê min re diçe emniyetê. Polîs dibêje, Kenan înşeleh kesê ku te aniye leşkerî kiribe. Eger nekiribe wê kar gelekî zehmet be. Lê tevî vê jî ji ber bi polîsan re dixebite, karên wî hal dikin. Her tiştî eyar dikin. Li ti cihî jî pirsgirêk çênabe.”
CIWANÊ HEZEXÎ ESAS DI FERQÊ DE YE
Ciwanê bi navê A.Ş. jî ji navçeya Hezex a Şirnexê ye. Ji malbata A.Ş, gelek kes an girtî ne an jî di refên Têkoşîna Azadiya Kurd de têdikoşin. Ji Hezexê bi rêka bejahî di 20 rojan de digihêje Elmanyayê. Bi otobus, tren û taksiyê ji rêkên mîna Stenbol, Sirbîstan, Macarîstan, Awûstûryayê şopandiye. A.Ş dibêje, “Beriya ez biçim, karên pasaport, vîze li emniyet, sefaretxane û daîreyên mîna vê qediyabûn. Şebekeyê kir û ez jî wisa hatim.”
A.Ş, balê dikşîne ser lîstokên dewleta Tirk ku bi salan e li ser ciwanên Hezexî dimeşîne û van parve dike; “Polîs li navçeyê fihûş, sîxurî û madeyên hişbiriyê bi pêş dixe. Armanç ew ku dixwazin ciwanan ji çand, zimanên wan bikin û derveyî siyasetê bigrin. Polîtîka ev e, ‘tu çi dikî bikî, lê nekeve siyasetê. Çi sûcî dikî ez ê efû bikim, lê siyasetê neke…’ Ji bo valakirina Hezexê çi ji destên wan tê dikin. Ji bo ciwanan ji wir bişînin serî li tevahî rêkan didin. Gelek ciwanên ji Hezexê an hatin Ewropayê an jî li ser rê ne. Hatina Ewropayê tê teşwîqkirin.”