Li Normandiyayê ji bo televîzyonên Kurdan çalakiya piştgiriyê

Li herêma Normandiyayê ya Fransayê têkiliya dewleta Tirk ya bi Eûtelsatê û hewldana girtina kanalên televîzyonên Kurdan hate protestokirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Mantes La Jolîeyê ya herêma Normandiyayê biryara girtina televîzyonên Kurdan a bi fermana Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirk (RTUK) hate protestokirin.

Kurdistaniyên li pêşiya Gara Mantes La Jolîeyê kom bûn dovîzên li ser têkiliya qirêj a dewleta Tirk û Eûtelsatê hildan û dirûşmên “Erdoganên dîktator, Eûtelsat jî hevkarî wî ye” berz kirin.

Li pêşiya Şaredariya Mantes La Jolieyê li ser biryara girtina Stêrk Tv, Ronahî Tv û News Channelê daxuyaniya bi Frensî hat xwendin û bang hate kirin ku divê gelê Kurd li her derê xwedî li televîzyonên xwe derkeve.