Li Mîlano xwendekar ji bo HDP’ê meşiyan

Li Mîlanoyê xwendekar li dijî qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê bi armanca hevgiriya bi HDP’ê re meşiyan.

Li Mîlanoyê ya Italyayê ji hêla Komaleyên Xwendekaran ve (Rete Stûdentî Mîlano Casc Lambrate) meşek hate organîzekirin. Çalakger ber bi sefaretxaneya Tirk ve meşiyan û êrîşên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê hatin şermezarkirin.

Çalakgeran wêneyên hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hilgirtin û xwestin ku hevserok û wekîl demildest werin berdan.

Xwendekaran li ber bînahiya sefaretê posterên Erdogan şewitandin.

...