Li Mêrsînê komale li pey hev hatin mohrkirin

Di çarçoveya biryara Wezareta Karên Hundir de piştî NÇM û YAKAY-DER’ê, şaxên GOÇ-DER û Nar Der Mersîn jî hatin mohrkirin.

Piştî ji hêla Wezareta Karên Hundir hat ragihandin ku wê bi biryarnameyên Rewşa Awarte 370 komale bên girtin, li Mersînê komale li pey hev tên mohrkirin. Di serdegirtinên tîmên Tirk de şaxên GOÇ- DER û Nar Der Mersîn li pey hev hatin mohrkirin.

Her wiha heta niha li Mersînê saziyên hatine girtin MKM, YAKAY-DER, GOÇ-DER û Nar Der in. Ji bilî vê jî hate ragihandin ku der heqê 25 komaleyên ku dibêjin bi Cemaata Fethûllah Gulen re têkîldar in jî biryara girtinê ketiye meriyetê.